Îranê bi fermî ragihand ku ew dan û standinan bi Erebistana Siûdî re dikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro bi awayekî fermî ragihand ku ew bi Erebistana Siûdî re dan û standinan dikin.

Îranê bi fermî ragihand ku ew dan û standinan bi Erebistana Siûdî re dikin
10 gulan, 2021   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê wezaretê Seîd Xetîbzade got welatê wî bi Siûdiyê re dan û standin pêk anîne û mijarên dualî û herêmî hatine nîqaşkirin û got: “Me her tim pêşwaziya van diyalogan kir. Em ê li benda encamên diyalogê bin û li gorî encaman em ê biryarê bidin.”

Xetîbzade hêvî kir ku ew di têkiliyên dualî û pêşketinên herêmî de bigihêjin lihevkirinekê û anî ziman ku  ew ê di wê derbarê de hewldanan bikin.

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê jî ji Reutersê re gotibû welatê wî dan û standinan bi Îranê re dike.

Beriya çend rojan jî serokê Iraqê Berhem Salih diyar kiribû ku di dema dawîn de li Bexdayê gerên diyalogê di navbera Siûdî û Îranê de hatine lidarxistin.

(cx)