Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi boneya cejna Remezanê bergiriyên nû digire

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li ser bingeha berjewendiya giştî û ji bo ku cejna Remezanê bi aramî derbas bibe, dê rêzetedbîran di rojên cejnê de bigire.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi boneya cejna Remezanê bergiriyên nû digire
10 gulan, 2021   11:34
 NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê fermandariyê daxuyaniyek da raya giştî û bang li şêniyan kir ku bergiriyan dê werin girtin, pêk bînin.

Daxuyanî wiha ye:

“Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cîhana îslamî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Remezanê pîroz dikin. Em soz didin gelê xwe dê bi hemû derfetan cejn bi aramî derbas bibe. Li ser bingeha berjewendiya giştî em hêvî dikin ku gelê me van bergiriyan li jêr pêk bînin:

1- Tevgera kamyon û sahrîcan ên biçûk, navîn û mezin ji saet 01:00`an piştî nîvê şeva çarşemê 12`ê Gulanê û heta roja pêncşemê 13`ê Gulanê saet 24:00`an tê rawestandin.

2- Tevgera motorsîklêtan ên sivîl û leşkerî jî ji saet 06:00`ê sibeha çarşemê û heta saet 18:00`an roja şemiyê anku 15`ê Gulanê tê rawestandin.

3- Hemû dergeh li pêşiya tevgera çûn û hatinê ji çarşemê û heta 15`ê Gulanê tên girtin.

4- Nabe gule bên avêtin, çi ji aliyê hêzên leşkerî ve yan jî hêzên ewlekariyê yan jî şêniyan ve û kesên muxalif dê werin cezakirin.”

(şx)

ANHA