Li rojhilatê Kobanê dewriyeyeke hevbeş hat meşandin

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî artêşa Tirk a dagirker li rojhilatê bajarê Kobanê li ser sînor, dewriyeyeke hevbeş meşand.

Li rojhilatê Kobanê dewriyeyeke hevbeş hat meşandin
10 gulan, 2021   10:03
KOBANÊ

Dewriye ji 4 panzêr û 2 helîkopterên Rûsyayê û 4 panzêrên artêşa Tirk pêk hat û ji gundê Xerîb ê sînorî yê li rojhilatê Kobanê dest pê kir.

Dewriye di gundên li ser sînor ên rojhilatê Kobanê re geriya û piştre vegeriya cihê ku jê dest pê kiriye.

Meşandina dewriyeyan di çarçoveya lihevkirina Soçiyê de pêk tê ku Cotemah 2019`an di navbera serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de pêk hatibû.

(dm)

ANHA