'Li Tirkiyê kujer azad in û parêzvanên azadiya gel di zîndanan de ne'

Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Nesra Xelîl diyar kir ku kujer li Tirkiyê azad in û parêzvanên azadiya gel girtî ne, ji lew re ger edalet li Tirkiyê hebûya, ev qas sûcên li dijî mafên mirovan pêk nedihatin.

'Li Tirkiyê kujer azad in û parêzvanên azadiya gel di zîndanan de ne'
10 gulan, 2021   08:21
KOBANÊ - NÎHAD KERHO

Doza li dijî 108 endamên HDP'ê ya bi tawana ku di sala 2014'an de piştgiriya berxwedana Kobanê kiriye, didome.

Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Nesra Xelîl ji ajansa me re diyar kir ku şêniyên bajarê Kobanê di sala 2014'an dema ku DAIŞ'ê êrişê dikir, bang li cîhanê kir ku desteka wan bike, di encamê de endamên HDP`ê  bersiva bangê da û meş orgenîze kirin û pêdiviyên wan peyda kirin.

Nesra Xelîl got kujer li Tirkiyê azad in lê belê parêzvanên azadiya gel girtî ne, ew edaleta ku di dadgehên dewleta Tirk nîşan dide. Nesra wiha domand: “Gelek alî hene ku alîkariya şêniyên bajarê Kobanê kir û li gelek bajaran derketin xwepêşandanan."

Nesra Xelîl destnîşan kir ku piştî 6 salan ji rizgariya Kobanê dewleta Tirk kesên desteka berxwedana Kobanê kir, dadgeh dike, ev yek jî cihê fikarê ye, ji ber ku dewleta Tirk tevî bêdengiya navneteweyî dîmenek nebaş li ser qanûnan nîşan dide.

Nesra Xelîl îşaret pê kir ku ev ne cara yekem e ku dadgehên dewleta Tirk qanûnan binpê dikin, ji damezirandina wê ve gelan tune dike û dijberên xwe dixe zindanan.

Nesra Xelîl bang li hiqûqnasan kir ku piştgiriya hevserokên berê yên HDP’ê û hevalên wan bikin, her wiha bang li şêniyên Kobanê û raya giştî ya Kurd kir ku dakevin qadan da ku piştgiriya endamên HDP`ê bikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yrYFMbAYy20" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>