Hunermendên TEV-ÇAND’ê ji bo piştgiriya gerîla berhemeke nû derxist

Hunermendên TEV-ÇAND’ê ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan a pêngava Bazên Zagrosê straneke nû derxist.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê ji bo piştgiriya gerîla berhemeke nû derxist
10 gulan, 2021   08:26
QAMIŞLO

Strana bi navê ‘Lêxin Lêxin’ ji bo piştgiriya pêngava Bazên Zagrosê a gerîla hatiye derxistin. Stran duh (9’ê Gulanê) hat weşandin.

Hunermend Danîş Botan, Nisrîn Botan, Gulistan, Mizgîn, Silêman, Çîmen û Delîl Mîrsaz di koroya stranê de cih digirin. Delîl Mîrsaz gotin û awaza stranê çêkirine û di klîpa stranê de Koma Şehîd Welat govendê digerîne.

Endamê Koma Botan Danîş Botan eşkere kir ku dê di rojên bê de Koma Botan berhemeke bi navê `Hêrsa Apoçiya ye` derxe.

Botan da xuyakirin ku ew bersiva dewleta Tirk a dagirker bi hunera xwe didin û wiha got: "Ji ber ku tirsa dijmin ji hunera me ye û dixwaze vîna gel û gerîla lawaz bike, lê çi dike jî bi ser nakeve, ji ber ku li hemberî kiryarên wê qehremanî û têkoşîn hene. Em jî hewl bidin piştgiriya çiyayên azad bikin."

(sb)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kX6MFPUSkZM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FDDsECkeGZM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>