Malbatên şehîdan: Em ê mafên hevrêyên xwe yên di greva birçîbûnê de biparêzin

Malbatên şehîdan piştgiriya xwe ya ji berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de ku di greva birçîbûnê de ne nîşan da û destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, derkeve.

Malbatên şehîdan: Em ê mafên hevrêyên xwe yên di greva birçîbûnê de biparêzin
10 gulan, 2021   09:47
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

ji 27`ê Mijdara derbasbûyî de girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de, bi hedefa rakirina tecrîdê ji ser Rêber Abdullan Ocalan  û sînordarkirina sûcên desthilatên Tirkiyê li dijî wan,  di greva birçîbûnê de ne.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo û bavê şehîd Mezlûm Bagok, Zekî Seido helwesta xwe ya li hemberî berxwedana girtiyên siyasî nîşan da û got: "Em wekî malbatên şehîdan em ê piştgiriya xwe ya ji girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de bi serîhildanê û bilindkirina dengên xwe yên li qadan berdewam bikin û em ê hîn bêhtir piştgiriya xwe eşkere bikin. Ji ber dijmin tu rihê nake û di komployên bi hedefa qirkirinê de berdeawm e. "

Zekî Seido wiha domand: "Divê tevahî şêniyên Kurdistnê li hember dijmin bisekinin, piştgiriya hemleya gireva birçîbûnê bikin û berxwedana girtîyan a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û siyasetmedaran ji xwe re bingeh bigirin."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan û hevjîna şehîd Nûredîn Îbrahîm, Necah Gulo  berxwedana girtiyan a di girtîgehên dewleta Tirk de silav kir û wiha got: "Berxwedana wan a li hemberî faşîzma Tirkiyê rûmeta me ye, ji lew re divê bi rêya orgenîzekirina çalakiyan, daketina li qadan û dayîna biryarên cidî em piştgiriya wan bikin da ku em bikarin armanca wan a ji hemleya ku dest pê kirine pêk bînin."

Necah Gulo da zanîn ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd gelek rêbaz bi kar anî, lê belê dê komployên ku dewleta Tirk pêk tîne, bi bin bikevin. Necah Gulo piştrast kir ku ew teslîm nabin, sûcên dewleta Tirk qebûl nakin û dê asta têkoşînê bilind bikin.

Der barê rola civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk de, Necah Gulo ev xal rêz kirin: "Erka parastina sivîlan û pêkanîna edaletê dikeve ser milên wan, lê bi vê bêdengiyê kê diparêzin.?"

Necah Gulo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em mafên hevrêyên xwe yên girevên birçîbûnê biparêzin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pZrYpy1HEQ8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>