`Êrişên li dijî gerîla planeke qirkirina Kurdan e`

Şêniyên navçeya Til Temirê diyar kirin ku êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveaya plana qirkirina Kurdan de pêk tên, ku hêzên herêmî û navneteweyî beşdarê bûne.

`Êrişên li dijî gerîla planeke qirkirina Kurdan e`
10 gulan, 2021   04:24
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker di 23`ê Nîsana borî de bi armanca dagirkirina herêmê dest bi êrişeke nû li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê (Zap, Metîna û Avaşîn) kir. Êriş li gel bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê pêk tên.

Şêniyên herêmê dibînin ku êrişa nû berdewamiya komkujiyên dewleta Tirk û tolhildana ji pejirandina qirkirina Ermenan û ji serkeftina gerîla ya li Garê ye.

/kr/uploads/files/2021/05/09/200438_-.webp

Welatiyê bi navê Ehmed Heyder ku ji Til Temirê ye, têkildarî mijarê got: “Êrişa dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne yên yekemîn in û dê ne yên dawîn bin. Her ku gelê Kurd serkeftin û destkeftiyên nû bi dest dixe, dewleta Tirk li hemû parçeyên Kurdistanê êrişî wan dike.”

TOLHILDANA JI SERKEFTINA GARÊ

Heyder, êrişên dagirkeriya Tirk wekî tolhildana ji serkeftina ku hêzên gerîla li Garê bidest xistiye, bi nav kir û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze moralên hêzên gerîla bişkîne, lê hewldanên wê vala derketin. Gerîla li Avaşîn, Zap û Metîna berxwedaneke lehengane raber dike û hemû hewldanên dagirkeran di pêşveçûnê de têk dibe.”

ÊRIŞ JI BO ARMANCÊN SIYASÎ NE

Ehmed Heyder destnîşan kir ku armancên êrişan siyasî ne û ev tişt anî ziman: "Êriş li gorî lihevkirinên nû bi dewletên din re ku her yek xwedî berjewendiyekê ye, pêk tên. Armanca êrişan ew e ku projeya neteweya demokratîk têk bibin û êrişî Kurdan û Tevgra Azadiya Kurdistanê bike."

Heyder her wiha teqez kir ku baweriya wan bi hêz û şervanên wan heye û got divê gel destekê bide hêzên xwe li hemû parçeyên Kurdistanê. Her wiha bêdengiya hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ya li hemberî êrişan di hundirê xaka wan de, şermezar kir.

ÇI BIKE JÎ NIKARE ÎRADEYA GELÊ KURD TÊK BIBE

Heyder daxuyand ku piştî DYA`yê komkujiya Ermenan ya ku dewleta Osmanî pêk aniye pejirand, dewleta Tirk bi hêzeke mezintir vê carê li dijî Kurdan hewl dide komkujiyên nû pêk bîne û wiha lê zêde kir: “Lê ew çi bike jî, nikare îradeya gelê Kurd têk bibe.”

Heyder di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê kir ku yekitiya xwe di hemû aliyan de ava bikin da ku bighêjin azadî û mafên xwe.

DÎROKA WAN BI KOMKUJÎ Û BINPÊKIRINAN DAGIRTÎ YE

/kr/uploads/files/2021/05/09/200456_-.webp

Mihemed Baqî Kûtê jî behsa dîroka dewleta Tirk kir ku bi komkujî, binpêkirin û şerê li dijî wletiyên li hundirê Tirkiyê dagirtî ye û ev tişt gotin: "Divê em komkujiyên li dijî Ermen û Kurdan hatine kirin, ji bîr nekin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Kurdan qir bike."

PIŞTÎ PEJIRNADINA KOMKUJIYA ERMENAN, DAGIRKER HEWL DIDIN KOMKUJIYÊN NÛ LI DIJÎ KURDAN PÊK BÎNIN

Baqî Kûtê wiha axaftina xwe domand: “Em dibînin ku dewleta Tirk bi êrişên nû li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze hebûna Kurdan bi rêya tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, tune bike. Em hewldanên guhertina demografiyê û tunekirina çanda şêniyên herêmê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dibînin.”

BÊDENGÎ HEVKARÎ YE, DIVÊ HIKUMETA HEWLÊRÊ RASTIYA ÇAVNEBARIYÊN DAGIRKERAN NAS BIKE

Mihemed Baqî Kûtê teqez kir ku bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Bexdayê ne tiştekî ne nû ye û got bêdengî tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re.

Di dawiyê de Mihemed Baqî Kûtê bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û nehêlin ku dagirkeriya Tirk dagirkeriya xwe li xaka wan befirehtir bike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3vhnJql8U-U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>