Mihemed Şêxo: Belavkirina hişmediya tundrawê li herêmên dagirkirî metirsiyeke mezin e

Piştî komeleyên di bin navê mirovahiyê de derketin û rewşa dijwar a li herêmên dagirkirî bi kar anîn, Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo metirsiya xwe ji bo herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, ku vegere kaniya tundrawê nîşan da.

Mihemed Şêxo: Belavkirina hişmediya tundrawê li herêmên dagirkirî metirsiyeke mezin e
10 gulan, 2021   03:16
MINBIC

Di demên dawî de li herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk dagir kirine "komleyên Xêrxwaz" belav bûn û ya dawî jî "Komeleya Xêrxwaz a Kefkasya"  ya ku li bajarê Serêkaniyê 25`ê Nîsana derbasbûyî hate vekirin, lê xebata ku dê pê rabe diyar nekir.

Her wiha"Komeleya Şam El-Xêr a Mirovahiyê" a kuwêtî ku li bajarê Efrînê hate aktîfkirin, bûye cihê metirsiyê ku ev alî di bin navê xebatên mirovî de fikirê tundrew li herêmên dagirkirî belav bike û piştgiriyê bide wê.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA`yê re axivî û got: "Dewleta Tirk û komên ku di bin baskên wê de ne li herêmên dagirkirî, nexasim li Serêkaniyê û Girê Spî, sûcan dikin ku têgeh û pîvanên navneteweyî ew qedexe kirine, jê xerabkirin, wêrankirina mal û milkên giştî û taybet, heta di demên dawî de jî li van herêman guhartina demgrafiyê çêkir."

Mihemed Xêr Şêxo ev xal rêz kirin: "Dagirkeriya Tirk komên çekdar ji Sûriyê anîn û ew li van herêman bi cih kirin, da ku armanca xwe ya helandina çanda gelên li van herêman bi cih bîne û hewl bide rasterast komên girêdayî xwe ava bike ku di bin ala dagirkeriya Osmanî ya nû de be, da ku bi rêya wan li van herêman projeya xwe ya berfirehkirinê pêk bîne."

ꞌÇALAKIYÊN KOMELE Û RÊXISTINÊN NEREWAꞌ

Hevserokê Meclisa Rêvber a Minbicê ev nirxandin kir: "Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî gelek in, di demên dawî de me dît ku rêxistin û komeleyên nerewa ku xwedî taybetmendiyeke îslamî yê tundrew in belav bûn û li van herêman hatin cihê xwe girt."

Şêxo destnîşan kir ku ev komele dê hewcedariyên welatiyan ên mirovane û debarê yên ku li van herêman xwe dispêrin wan bi kar bîne û bi rêya hin projeyên geşkirinê dê pere û xwarinê ji wan re pêşkêş bike û pê de çû: "Di demekê de ku artêşa Tirk herêm dagir kiriye û pêwîstiyên gelên li van herêman tune ne, dixwazin welatiyan qezenc bikin."

ꞌMETIRSIYA VEGERANDINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BER BI KANIYA TUNDRAWÊ VEꞌ

Şêxo di berdewama gotina xwe de bi bîr xist: "Me dît ku dewleta Tirk beriya niha teror derbasî herêmên Sûriyê kir, ji lew re em ditirsin ku ev herêmên dagirkirî cihê derketina van koman a  ber bi tevahiya herêman ve be."

Mihemed Xêr Şêxo bal kişand ser xeteriya van koman û got: "Xeterî ne tenê gefan li Sûriyê dixwe, lê belê li dewletên cîran jî dixwe, ji ber ku dewleta Tirk dê fikirê tundraw li wan herêman belav bike. Me dît ku di demên dawî de çeteyan derdixe derveyî Sûriyê, bi taybet Lîbya, mêjiyê sûriyan şûşt, da ku wan bişîne derveyî Sûriyê û li van herêman wan bi şer re rû bi rû hişt."

ꞌDIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ WERE HIŞYARKIRINꞌ

Şêxo ev xal li gotina xwe zêde kir: "Piştî DAIŞ`ê û komên tundrew li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin têkbirin, êdî ev kom li hember van herêman kînê dikişîne û tolê radike. Ji lew re em ditirsin ku ev herêmên dagirkirî bi çalakiyên van koman, komên terorê yên çekdar ku tundrewê wekî rêbaz bi kar tînin, zindî bibe."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo bi van xalan dawî li gotina xwe anî: "Ev qonaxeke hestiyar e û divê sûriyên li wan herêman haydar bin û bi baldarî tev bigerin da ku bi aştî bijîn, her wiha divê civaka navneteweyî jî xeterî û çalakiya van komên li van herêmên ku di rewşeke tevlihev de dijîn, haydar be, ev rewş kîjan kom be dikare ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar bîne."

Li kêleka vê jî guhartina demografiyê ya ku dewleta Tirk bi piştgiriya Ewropa li herêmên Sûriyê yên dagir kirine pê radibe, gefan li nasnameya van herêman dixwe û di demên dawî de li herêmên dagirkirî yekîneyên niştecihî ava dike û malbatên çete û sûriyan ji herêmên din tîne û tê de bi cih dike.

Di meha derbasbûyî de artêşa Tirk a dagirker li herêma El-Emarne ya gundewarê Cerablusa dagirkirî ya bakurê Sûriyê yekîneyeke nîştecihî ava kir, ku ji 800 yekîneyan pêk dihat, her wiha tê payîn ku 282 yekîneyên din jî di bin nave "Kombûyîna daneya bicihkirinê ya aborî" ava bike, dê heman kiryarî li bajarê Ezazê jî bike û hejmara wan jî 400 yekîneyên nîştecihî be.

Projeya bicihkirinê digihêje bajarê Babê ku tê payîn ji 250 yekîneyên nîştecihî were avakirin, her wiha li bajarê Serêkaniyê tê plankirin ku 200 yekîneyên nîştecihkirinê werin avakirin, li Idlibê jî 200 yekîne werin avakirin û yek jî li bajarokê Etmê were avakirin.

(eh)

ANHA