Siko: Dewleta Tirk daxwaza Kerkûk û Mûsilê dike û divê Hewlêr vê yekê bizane

Ebdulkerîm Siko piştrast kir êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dê xetereyê li ser Kerkûk û Mûsilê çêke û divê hikumeta Hewlêrê vê yekê baş bizane.

Siko: Dewleta Tirk daxwaza Kerkûk û Mûsilê dike û divê Hewlêr vê yekê bizane
9 gulan, 2021   23:39
QAMIŞLO- KADAR IBRAHÎM

Artêşa Tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Sekreterê El-Partî El-Demokratî ya Kurdistanê-Sûriyê Ebdulkerîm Siko ev êriş wek berdewama xeyalên Erdogan bi pêkanîna Mîsaqî Millî li Mûsil û Kerkûkê, bi nav kir.

Der barê dijmantiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan de, Siko got: "Dewleta Tirk dijminatiya gelê Kurd û doza wî dike. Ji dema ku AKP`ê serweriya Tirkiyê bi dest xist, Erdogan çavê xwe li tunekirina gelê Kurd e ku dixwaze împaratoriyeke nû ya Osmaniyan ava bike."

Siko da zanîn ku Erdogan bi siyaseta xwe ne tenê gelê Kurd dike hedef, lê belê tevahî gelên Rojhilata Navîn dike hedef û wiha dewam kir: "Ev yek di salên borî di destwerdana wî di kar û barên Lîbya, Yemen, Misir û Ermenistanê de diyar e."

Têkildarî êrişên dawîn ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê Siko ev nirxand kir: “Tevî ku artêşa Tirk gelek zirar dît, lê belê hê jî êrişên li dijî wan herêman dewam dikin. Dewleta Tirk ne partiyekê dike hedef, lê belê hebûna Kurdan dike hedef."

Siko destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê di encama peymana li gel hikumeta Bexdayê û Başûrê Kurdistanê de çêbûn. Siko wiha domand: "Dewleta Tirk bi êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dê xetereyê li ser Kerkûk û Mûsilê çêke û divê hikumeta Başûr vê yekê baş bizane."

Siko piştrast kir ku Erdogan destekê dide komên tundraw û terorîst ên ku hewl dan gelê Kurd tune bike, lê belê ji ber berxwedana Yekîneyên Berxwedana Şengalê li Şengalê û Hêzên Sûriye Demokratîk li Rojava, xewna Osmaniyan hate têkbirin.

Ebdulkerîm Siko got dagirkeriya Tirk nikare gelê Kurd tune bike û diyar kir ku her çi qas Erdogan êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bike jî, dawiya wî dê wekî ya wan desthilatdaran be ku dixwest gelê Kurd tune bikin.

(dm)

ANHA