Li nêzî konsulxaneya Îranê ya li Kerbelayê xwepêşandan û kiryarên şewitandinê

Çavkaniyekî ewlehiyê daxuyand ku bi destpêkirina xwepêşandan re li nêzî konsulxaneya Îranê ya li Kerbelayê piştî çend saetan ji qetilkirina çalakvanekî sivîl li bajêr, kiryarên şewitandinê pêk hatin.

Li nêzî konsulxaneya Îranê ya li Kerbelayê xwepêşandan û kiryarên şewitandinê
Li nêzî konsulxaneya Îranê ya li Kerbelayê xwepêşandan û kiryarên şewitandinê
Li nêzî konsulxaneya Îranê ya li Kerbelayê xwepêşandan û kiryarên şewitandinê
Li nêzî konsulxaneya Îranê ya li Kerbelayê xwepêşandan û kiryarên şewitandinê
9 gulan, 2021   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkanî ji Someriye News re got bi dehan welatiyan xwepêşandan li pêş konsulxaneya Îranê ya li Kerbelayê li dar xist û kervanên parastinê yên li derveyî konsulxaneyê şewitandin. Lê hêzên rawestandina tevliheviyê xwepêşandan ku ji bo sîuqastkirina çalakvanekî sivîl li Kerbelayê hatiye lidarxistin ji hev kir.

Şaneya çapemeniyê ya aloziyê vê sibehê ragihand ku çalakvanê sivîl bi navê Îhab Cewad bi êrişa çekdarî li Kerbelayê hate qetilkirin.

(fr)