`Av çeka faşîzmê ya li dijî gelê berxwedêr e`

Qutkirina ava Firatê bandoreke neyênî li jiyana welatiyên li kantona Hesekê û gundewarê wê kir. Di heman demê de mewsima çandiniyê zirareke mezin dît, gel û cotkaran bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker bîne.

`Av çeka faşîzmê ya li dijî gelê berxwedêr e`
10 gulan, 2021   01:55
HESEKÊ

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan pêk tîne. Dewleta Tirk li ber çavên civaka navneteweyî axa herêmê dagir kir, şêniyên wê da koçberkirina, demgrafiyê wê guhert û avê li ser bi milyonan welatiyan qut kir.

Di 2011`an de dewleta Tirk a dagiker ava Xabûr li ser welatiyên xeta Xabûrê ya kantona Hesekê qut kir ku di wê demê de pêkhateya Asûr lê dima. Lê ji ber vê yekê gelek ji wan koçber bûn û dev ji erdên xwe berdan, ji ber ku çandinî yekane jêdera wan a debarê bû.

Di 23`yê Sibata 2013`an de dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî navçeya Til Temirê û xeta Xabûr kir, dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Xabûrê bilind kir da ku welatî dernekevin û di encamê de çeteyên DAIŞ`ê bi sedan ji wan qetil kir û revandin.

Ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê ve di 9`ê Cotmeha 2020`an de û heta îro dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elok li ser şêniyên kantona Hesekê û gundewarê wê zêdetirî 13 caran qut kir.

Stasyona Elok ji bo Hesekê, navçeya Til Temirê, herêmên başûrê Hesekê yên wekî Hol, Erîşe, Şedadê, Mergeda û kampên li herêmê yên wekî Erîşe, Hol, Waşûkanî û Serêkaniyê ku zêdetirî milyonek lê dimîne, jêdereke stratejîk e.

Civaka navneteweyî û aliyên li herêmê garantor in, çi Rûsyayê be, çi jî Koalîsyona Navnetweyî be hîna jî li hemberî sûcên dewleta Tirk bê deng e.

Dewleta Tirk ji 27`ê Çileya derbasbûyî ve ava Firatê qut kiriye û di her saniyekê de tenê 200 metrekab dide xaka Sûriyê, ev jî bi peymana di navbera hikumeta Şamê û Tirkiyê de ya 1987`an re nakok e.

Ji beriya 6 mehan ve Tirkiyê ava Firatê li ser Sûriyê qut kiriye, ji ber vê yekê av qirêj bûye û kevz derketiye, ev jî rê li pêşiya kareseteke mirovî û ekolojîk vedike.

Kêmbûna rêjeya ava Firatê hişt ku piraniya mewsima çandiniyê ya li herêmê telef bibe, ji ber ku kehrebe li ser hemû herêman qut bûye.

Cotkarê bi navê Elî Mihemed El-Hec ê ji gundê Um El-Maiz ê li navçeya Til Temirê û bajarê Hesekê axivî û îşaret pê kir ku ji ber qutbûna avê û kehrebeyê mewsimê pempo bi bin ket.

El-Hec bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku destwerdanê bikin û got: "Da ku sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deyin ku para Sûriyê ya ava Firatê, ava stasyona Elok û ava Xabûr berde."

Li aliyekî din jî serokê Beşa Jêderên Avê ya li Hesekê Aldar Xelef axivî û da zanîn ku siyaseta qutkirina ava Firatê ji bo dewleta Tirk ne tiştekî nû ye.

Xelef destnîşan kir ku qutkirina ava Firatê bandor li çandiniyê kir, nexasim di vê demê de ku îsal zêde baran nebariye.

Xelaf ev xal li gotinên xwe rêz kir: "Ji ber zuhabûnê gelek cotkarên ku zeviyên wan li ser beravên çemê Firatê dev ji erdên xwe berdan. Di encama kêmbûna ava Firatê de zeviyên ku tên avdan telef dibin."

Aldar Xelef ev nirxandin kir: "Qutkirina ava Firatê rasterast bandor li hilmijan kir ku ava vexwarinê dida herêmên Reqa û Dêrazorê. Ji ber ku hemû tûrbînên ku kehrebe didan rawestiyan û kehrebe li ser hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bû."

Li gorî Xelef heta niha tu alternatîvên din li şûna ava çemê Firatê nîn in û wiha got: “Lê di pêşerojê de û ji bo em alîkariya cotkaran bikin, divê pêwîstiyên bingehîn mîna semad, sotemenî û tov ji wan re bên peydakirin. Bi rêya pergala çipik-çipikê yan jî reşandinê zevî werin avdan.”

Hevseroka Navenda Kehrebeyê ya Hesekê Sûzan Şakir jî wiha axivî: “Ji ber girtina ava çemê Firatê, rêjeya avê ya bendava Teşrînê kêm bûye. Ji ber wê tûrbînên derxistina kehrebeyê kêm dixebitin. Di encamê de miqdara pêwîst a kehrebeyê dernakeve.”

Sûzan destnîşan kir ku di rewşên normal de, 8 tûrbîn dixebitin. Lê niha tenê turbînek dixebite. Ev turbîn jî tenê kehrebeyê dide aşan, nexweşxaneyan û saziyên avê.

Her wiha Sûzan diyar kir ku projeya Siweydiyê 15 mêge kehrebe derdixe û ji ber ku bajarê Hesekê mezin e û tê de gelek nexweşxane, aş û firin hene ve miqdarê jî ji bo xetên stratejîk tê bikaranîn.

Sûzan bang li aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gAGn-ICa48k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>