ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-05-2021
9 gulan, 2021   23:00

-Meclisa Êzidî daxuyaniyekê li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li navenda xwe ya li navçeya Ehdas a Şehbayê saet di 11:00’an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Til Temirê diyar kirin ku êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveaya plana qirkirina Kurdan de pêk tên, ku hêzên herêmî û navneteweyî beşdarê bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Malbatên şehîdan piştgiriya xwe ya ji berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de ku di greva birçîbûnê de ne nîşan da û destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Di pêvajoya 4 salên rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de, jinên Tebqayê ji bo xwebirêxistinkirinê pêngavên girîng avêtin û di qadên siyasî, leşkerî û civakî de pêşeng bûn, bi vî awayî jin ji rêxistinkirinê ber bi biryardayînê ve çûn.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên saziyên sivîl ên navçeya Dirbêsiyê teqez kir ku projeya Rêveberiya Xweser fikrê demokratîk temsîl dike û gotin tu sedemên nepirandina wê di aliyê navneteweyî de tune ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hozan Mizgîn bi stranên xwe yên nîştimanî û şoreşgerî bû yek ji damezirênerên hunera kurdî ya resen û rêya têkoşîna şoreşgerî, çandî û leşkerî ji bi hezaran jinan re vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn a PAJK’ê bi peyamekê şehîdên meha Gulanê û şehîd hozan Mizgîn bi bîr anîn û diyar kir ku “Di roja me ya îro de li Kurdistanê di hemû helbest, stran û kilaman de şopên hevrê Mîzgîn hene.” (BI WÊNE)

- Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Nesra Xelîl diyar kir ku kujer li Tirkiyê azad in û parêzvanên azadiya gel girtî ne, ji lew re ger edalet li Tirkiyê hebûya, ev qas sûcên li dijî mafên mirovan pêk nedihatin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Partiyên siyasî yên li taxa Şêxmeqsûdê der barê êrişên dewleta Tirk û bombebaranên wê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û qutkirina ava Firatê li Çerxeriya Şehîd Destîna ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê de saet di 11:00’an de daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ebdulkerîm Siko piştrast kir êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dê xetereyê li ser Kerkûk û Mûsilê çêke û divê hikumeta Hewlêrê vê yekê baş bizane. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî komeleyên di bin navê mirovahiyê de derketin û rewşa dijwar a li herêmên dagirkirî bi kar anîn, Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo metirsiya xwe ji bo herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, ku vegere kaniya tundrawê nîşan da.

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ednan Kalo diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya stratejiya sînorkirina ramanên wî û qirkirina gelê Kurd de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo, Kobanê û Minbicê meşeke bi meşaleyan ji bo piştgiriya bi berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê û şermezarkirina sûcên ku dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne saet di 20:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIHYAN

- Qutkirina ava Firatê bandoreke neyênî li jiyana welatiyên li kantona Hesekê û gundewarê wê kir. Di heman demê de mewsima çandiniyê zirareke mezin dît, gel û cotkaran bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker bînin.

ANHA