Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê îro bi daxuyaniyekê sûcên şer ên dewleta Tirk ên li herêmên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
9 gulan, 2021   13:01
ŞEHBA

Bi dehan endamên saziyên sivîl û endamên yekitiyan li pêşiya navenda Yekitiya Rewşenbîran a li Kampa Serdem a kantona Şehbayê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama yekitiyê Fîdan Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Sûcên ku dewleta Osmanî pêk dianîn, hikumeta AKP`ê ji komkujî, qirkirina gelan, şewitandin, topbarana herêmên ewle û kuştina sivîlan, didomîne. Siyaseta dewleta Tirk û çavnebariya wê ya berfirehiyê di xakên dewletên derdorê de bi hincetên cuda û derew, lîstina bi hestên olî da ku armancên xwe pêk bîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dîroka reş xwe dûbare dike û dijma jiyanê sûcên xwe ku gihaştine asta sûcên li dijî mirovahî jî dûbare dibin, ne tenê li dijî gelê Kurd lê belê li dijî tevahî gelên herêmê û wiha hate domandin: “Hikûmeta AKP`ê destekê dide DAIŞ`ê û li beramberî çavên cîhanê idiya dike ku ew destekê dide şoreşên azadiyê.

Dewleta Tirk avê weke kaxeza zextê li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne. Wan birçî û tî dike. Bi awayekî hovane êrişî herêmên dike. Guhertina demografî li xaka Sûriyê dike. Para gelê Sûriyê ji ava çemê Firatê qut dike. Gelê herêmê difetisîne û êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Em bang li civaka navneteweyî û hemû gelê azadîxwaz dikin ku destekê bidin berxwedanê û Erdogan bisekinînin. Em bang li rêxistinên hiqûqî û hemû azadîxwazin cîhanê dikin. Em wek Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê û bi navê gelê Efrîn û Şehbayê banga çareserkirinê dikin û em bang li rêxistinên cîhanê dikin ku erka xwe ya mirovî û hiqûqî pêk bînin û zextê li hikumetên xwe bikin da ku Erdoganê faşîst bisekînin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aVrIIeTAOKI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>