Li Girê Spî ya dagirkirî serçeteyekî DAIŞ`ê hate kuştin

Çavkaniyên taybet ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ji ANHA`yê re ragihand ku serçeteyekî DAIŞ`ê di encama teqîna tûpa gazê de hatiye kuştin.

Li Girê Spî ya dagirkirî serçeteyekî DAIŞ`ê hate kuştin
9 gulan, 2021   12:57
 EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkanî dane, serçeteyê DAIŞ`ê yê hatiye kuştin bi navê Misab El-Bedir ê ji taxa El-Munbetih a kantona Girê Spî ya dagirkirî ye û piştî dagirkirina Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de tevî dewleta Tirk û çeteyên wê derbasî bajarê Girê Spî bûbû.

Çavkanî teqez kir ku Misab endamekî ketîbeya “Temasîh” bû û gelek sûc li djiî sivîlên Girê Spî pêk anîne, her wiha bi tawanbariya ku ew dijberên çeteyan in gelek ciwan avêtina korta ku li herêmê bi navê “El-Hote” tê nasîn.

Çavkanî her wiha destnîşan kir ku Misab gelek peywirên fermdariyê di nava DAIŞ`ê de girtibûn, ji wan berpirsyariya sînorê di navbera Girê Spî û Tirkiyê de.

Çavkanî bi bîr xist ku sala 2015`an piştî ku şervanên YPG/YPJ`ê herêm ji DAIŞ`ê rizgar kir, çete Misab tevî hin serçeteyên din reviyabû Tirkiyê.

Ji destpêka dagirkirina bajarê Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, ajansa me vegera bi sedan çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ji bajêr re bi rêya dewleta Tirk, belge kirine. Piraniya wan serçeteyan girêdayî dagirkeriya Tirk in û li dijî şêniyên herêmê bi sedan sûc pêk anîne.

(cx)

ANHA