Dîmenê çalakiya li Kanî Masî hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Kanî Masî ya ku Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal pêk anîbû, weşand.

Dîmenê çalakiya li Kanî Masî hate weşandin
9 gulan, 2021   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev daxuyanî dabû:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di 29’ê Nîsanê de saet di 18.45’an de li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Kanî Masiyê ya Amêdiyê çalakiyeke serkeftî kiribû. Ji hewayî ve dagirkerên li vê baregehê hatibû bomberdûmankirin. Bi xurtî li hedefan hatibû xistin û ev çalakî bi serkeftî hatibû kirin.”