Li bakurê Idlibê mayinek teqiya

Li bajarê Meret Misrîn ê li bakurê Idlibê, hemwextî derbasbûna karwanekî hêzên Tirk, mayinek teqiya. 

Li bakurê Idlibê mayinek teqiya
8 gulan, 2021   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Meret Misrên ê bakurê Idlibê, hemwextî derbasbûna karwanekî hêzên Tirk li çarxerêya Ram Hemdan a nêzî Meret Misrîn, mayinek teqiya.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di vê navberê de dengê gulebaranê hat bihîstin, her wiha ambulans gihaştin cihê bûyerê û birîndaran rakirin.

Di 3'yê Gulanê de, çekdarên nenas dîwarê baregeheke leşkerî ya Tirkiyê li bajarokê Balyûn li Çiyayê Zawiyê ya başûrê Idlibê, bi RPG kiribû hedef.

(dx)