`DAIŞ`ê xetereyeke rasteqîn e û civaka navneteweyî ji berpirsyariya xwe direve`

Telal Mihemed diyar kir ku civaka navneteweyî ji berpirsyariya xwe ya li hemberî welatiyên xwe yên ku tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne direve û hişyar da ku nifşekî herî xeter ku li ser fikirê qetilkirinê mezin bibe, ava bibe.

`DAIŞ`ê xetereyeke rasteqîn e û civaka navneteweyî ji berpirsyariya xwe direve`
8 gulan, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Civaka navneteweyî ji berpirsyariya xwe ya qanûnî û exlaqî ya li hemberî welatiyên xwe yên tev li nava çeteyên DAIŞ`ê bûne direve, ev jî xeteriya rasteqîne ya di pêşerojeke nêzîk de dide nîşandan, bi taybet piştî çeteyên DAIŞ`ê refên xwe li Sûriyê û Iraqê zindî kirin û gefên dewleta Tirk ên têkildarî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Di pêngavên rizgarkirinê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hêzên leşkerî bi sedan çete girtin û piştî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, bi hezaran ji wan xwe radest kirin û bi deh hezaran malbatên çeteyan xwe radestî QSD`ê kirin, ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir, da ku van çeteyan û malbatên wan darizînin, lê civaka navneteweyî û dewletên ku welatiyên wan di nava refên çeteyan de hene, di serî de de dewletên Koalîsyona Navneteweyî bi erka xwe ya exlaqî û qanûnî ya li hemberî çete û malbatên wan ranebûn.

ꞌCIVAKA NAVNETEWEYÎ JI BERPIRSYARIYA XWE DIREVEꞌ

Komîteya Dadgehkirina Çeteyên DAIŞ`ê ya ku bi însiyatîfa Meclisa Giştî ya Dadgeha Civakî, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin, îşaretê pê dike ku divê dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakurê Sûriyê bi awayekî adil,  li ser bingeha qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan be. Dewletên ku welatiyên wan di nava refên çeteyên DAIŞ`ê de ne û di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne, tevî ku hevdîtin û diyalog bi gelek aliyên ji derve re hatin kirin, lê dîsa jî heta niha têkildarî vê mijarê tu gav neavêtine.

Di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêdetirî 6 hezar çete hene, hezar ji wan ji derdora 50 dewletên Ewropa û Asyayî ne, her wiha li kampa Holê bi tenê zêdetirî 60 hezar kesî jî hene, jê hejmareke mezin ji zarok, alîgirên wan, endamên çeteyan û kufletên malbatên wan hene.

Hevserokê  Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistan (P.A.D.K) Telal Mihemed destnîşan kir ku dewletên ku hemwelatiyên wan di nava çeteyên DAIŞ`ê de ne û niha di girtîgeh û kampên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, li hemberî hemwelatiyên xwe berpirsyar in û ev xal lê zêde kirin:"Divê ev dewlet alîkariya Rêveberiya Xweser û dadgehên wê bikin, da ku dadgeheke navneteweyî were avakirin û çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî darizîne."

Telal Mihemed diyar kir ku Rêveberiya Xweser çeteyên xwedî nasnameya sûrî li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser û qanûnên sûrî dadirzîne, lê ji bo darizandina çeteyên biyanî pêwîstî bi dadgeheke navneteweyî heye.

Mihemed da zanîn ku hin dewletan ev yek wekî ferzende bi kar anî û nasname ji hemwelatiyên xwe yên ku tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne vekişand û ev li gotina xwe zêde kir: "Hin dewletan nasname ji welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ'ê bûne vekişand û hin din jî îdîa kir ku tu qanûnên ku îşaretê bi dadgehkirina hemwelatiyên xwe ya li derve bike, tune ne. Çend dewlet jî li benda çareseriya aloziya Sûriyê û çarenûsa Rêveberiya Xweser in, lê di rastiya xwe de ev dewlet ji berpirsyariya xwe ya li hemberî hemwelatiyên xwe yên ku tev li nava çeteyên DAIŞ`ê bûne direve."

Mihemed di berdewamiya gotina xwe de got: "Hin dewletên din jî hene ku naxwazin der barê dosya çeteyên DAIŞ`ê de dan û standinê bi Rêveberiya Xweser re bikin, da ku îtîrafeke siyasî ya bi Rêveberiya Xweser çênebe."

Telal Mihemed îşaret bi xeteriya çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan kir û da zanîn ku ew wekî bombeyên li ber teqînê ne ku di kîjan kêliyê de biteqin ne diyar e.

ꞌTIRKIYE DIXWAZE ÇETEYÊN DAIŞ`Ê BIREVÎNE Û WAN JI NÛ VE Bi RÊXISTIN BIKE'

Mihemed îşaret pê kir ku girtîgehên li herêmên Rêveberiya Xweser ne amade ne û ne li gorî pîvanên cîhanê ne û got: "Dibe ku endamên çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgehan birevin, her wiha li herêmê jî şaneyên veşartî yên wan hene û her tim gefên tirkî hene ku ew ê êrişî herêmê bike, da ku wan birevîne û wan ji nû ve bi rêxistin bike."

Hêjaya bi bîrxistinê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî girtîgeh û kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê kir û  girtîgeheke DAIŞ`ê ya li Eyn Îsayê kir armanc, her wiha bi sedan malbat û zarokên DAIŞ`ê ji kampa Eyn Îsayê revandin.

Hevserokê Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê Telal Mihemed di dawiyê de bal kişand ser xeteriya malbat û zarokên DAIŞ`ê yên li kampên Rêveberiya Xweser a di pêşerojeke nêzîk de û got:"Nifşek bi temamî li ser çanda qetilkirin, serjêkirin û tolhildanê mezin dibe û ev nifiş pêwîstiya wan bi jinûveavakirinê heye û jinûveavakirin jî pêwîstiya wê bi saziyên pêşketî û dewletên di van dozan de pêşketî ne de heye, her wiha divê dewletên ku hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de ne vegerînin, piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin da ku dadgeheke navneteweyî were avakirin û DAIŞ`iyan darizînin an jî çareseriyên dawî ji vê dosyaya bi girêk re bibînin."

(eh)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/updS1KUHu6k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>