Rojnameyên erebî: Baweriya Misirê bi Tirkiyê nayê

Rojnameyên erebî yên îro behsa nîqaşên Misir-Tirkiyê, dosyaya nukleerî û aloziya siyasî ya li Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Baweriya Misirê bi Tirkiyê nayê
8 gulan, 2021   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

'DI TÊKILIYÊN MISIR Û TIRKIYÊ DE NEZELALBÛNEK HEYE'

Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Daxuyaniyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan nezelalbûna der barê çarenûsa nêzîkatiyên bi Qahîrayê re, ava kir.

Daxuyaniyên Erdogan piştî bidawîbûna nîqaşên lêkolînê di navbera her du welatan de bi serkêşiya cîgirê wezîrê karên derve û cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê hate kirin. Daxuyaniyeke biçûk tê de zimanekî dîplomatîk ê sar û nezelaliyek der barê gava pêş de hate bikaranîn.

Çavkaniyên misirî ji rojnameya El-Ereb re ragihand ku zimanê sar di daxuyaniyê de tê wateya hişyariyê. Her wiha gelek aliyan texmîn kir ku tenê hevdîtineke dîplomatîk û eşkere di navbera her du aliyan de dê nakokiyên di navbera wan de bi dawî bike, lê pêwîstî bi zêdetir demê heye da ku lihevkirina dawîn were dayîn da ku venegerin xala destpêkê.

Her wiha heman çavkaniyan tekez kir ku nezelalbûna di daxuyaniya hevbeş a her du şandeyan de plankirî bû û diyar dike ku hemû texmîn vekirî ne li ser asta pêşketin an jî sekinandina civînan.”

‘DOSYAYA NUKLEERÊ YA ÎRANÊ… PÊKANÎN LI BERAMBERÎ RAKIRINA CEZAYAN’

Girêdayî dosyaya nukleerê rojnameya El-Beyan wiha got: "DYA`yê duh hevpeymana lihevkirinê ya diyalogên dosyaya nukleerê ya Îranê, bi dawî kir. Her wiha tekez kir ku ceza bendeke girîng a diyalogê li Viyanayê ne. DYA`yê got ceza dê neyên rakirin heta ku Tehran lihevkirina nukleerî ya 2015`an pêk bîne.”

‘SEDEMÊN BINKETINA ÎNSYATÎFA FRANSAYÊ LI LUBNANÊ’

Têkildarî aloziya siyasî ya li Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Piştî serdana wezîrê karên derve yê Fransayê ji Beyrûtê re ku tê de tekez kiribû însiyatîfa Fransayê ku ji aliyê serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di Îlona 2020`an de hatibû destpêkirin, gihaştiye rêyeke girtî.

Li gorî çavkaniyên fermî yên fransî ku dem hatiye da ku rêya însiyatîfa Fransayê ji destpêka wê û heta îro, her wiha sedemên ku hişt bi bin bikeve, bi kûrahî li wan were vegerandin. Tevî ku tê zanîn bingeha însiyatîfa rizgarkirinê nexşerêyeke diyar e û armanca wê ew e ku pergala Lubnanê hilneweşe.”

(bx)