Fermandarekî Meclîsa Minbicê ya Leşkerî: Dewleta Tirk rojane gundan topbaran dike

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdurehman El-Benawî got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên li ser eniyên şer ku sivîl têde dijîn, dike armanc.

Fermandarekî Meclîsa Minbicê ya Leşkerî: Dewleta Tirk rojane gundan topbaran dike
8 gulan, 2021   06:38
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Rojane artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundewarê Minbicê ku bi hezaran sivîl têde dijîn, bê serûber topbaran dike.

Têkildarî mijarê, Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdurehman El-Benawî ji ajansa ANHA`yê re axivî û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker rojane gundên li ser eniyên şer topbaran dike û piştrast kir ew amade ne bersiva êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê bidin.

Ebdurehman El-Benawî ev xal li gotina xwe zêde kir:"Nuqteyên di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên bi navê "Mertala Firatê", nuqteyên hikumeta Şamê û Rûsyayê lê hene. Lê em dibînin ku ev nuqte bersiva binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê nadin."

El-Benawî da zanîn ku ji erka dewleta Rûsyayê ye ku destwerdanê bike û şer rawestîne, ji ber ku li herêmê garantor e.

Ebdurehman El-Benawî di dawiya gotina xwe de xîtabî şêniyên Minbicê kir û got:"Em wekî hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser eniyên şer in, biryardar in û ji gelê xwe re piştrast dikin ku em ji bo parastina wan ji êriş an jî topbarana, amade ne."

Artêşa Tirk a dagirker bi êriş û topbarana li dijî herêmê, peymana di navbera serokê Rûsyayê û serokkomarê Tirkiyê de ya li Soçiyê 22`ê Cotmeha 2019`an, binpê dike.

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 9`ê Cotmeha 2019`an ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser esasê peymana Soçiyê hêzên hikumeta Şamê li ser sînorê bi Tirkiyê re û herêmên dagirkirî bi cih bûn. Tevî ku Rûsya jî aliyekî garantor ê peymana agirbestê ye, lê li hemberî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wel_di_0u08" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>