Bedran Hemo: Dewleta Tirk siyasetên mêtîngeriyê pêk tîne û çareserî li Îmraliyê ye

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê destnîşan kir ku mudaxeleyên dewletên derve di Sûriyê de bi taybet mudaxleya dewleta Tirk a dagirker, aloziya Sûriyê girêktir kir û temenê wê dirêjtir kir. Her wiha teqez kir ku projeya neteweya demokratîk kilîta tekane ya çareseriya aloziyê ye.

Bedran Hemo: Dewleta Tirk siyasetên mêtîngeriyê pêk tîne û çareserî li Îmraliyê ye
7 gulan, 2021   23:36
HELEB-ARIF SILÊMAN

Aloziyên li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê bi taybet didomin. Mudaxeleya dewletên derve ku her yek li gorî berjewendiyên xwe tevdigere, alozî girêktir kir. Nexasim dema ku dewletek mîna dewleta Tirk a dagirker hewl dide împeratoriya xwe ya têkçûyî vejîne. Ji bo wê jî hema rêbaza wan ji bo xwe bi hêz bike pêk tîne, pêkhateyan qir dike û wan li dijî hev derdixe.

Der barê mijarê de endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Şêxmeqsûd Bedran Hemo diyar kir ku dewleta Tirk di siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî gelên herêmê de şerê taybet ê îdeolojîk dike bingeh û wiha domand: “Ji lew re rêber Abdullah Ocalan dîl girt, ji zêdetirî 22 salan ve tecrîdeke giran lê ferz dike. Ew dixwaze rêbertî ji gelê Kurd qut bike. Ji ber ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst baş dizanin ku fikirê rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk li ser wan xetere ye.”

`HEBÛNA HÊZÊN DERVE TEVLIHEVIYÊ DI HERÊMÊ DE DERDIXE`

Hemo îşaret pê kir ku pêwîste herêma Rojhilata Navîn veguhere herêmeke demokratîk, lê hebûna hêzên derve bi taybet dewleta Tirk  tevliheviyê li herêmê derdixîne û aloziyên heyî li ser astên siyasî, aborî û civakî girêktir dike.

Hemo wiha berdewam kir: “Rêber Ocalan bingehên jiyana rastîn a ku xwe dispêre koka destpêkê ya dîroka mirovahiyê ya li ser tavahî astan siyasî, çand, civakî û aborî  danî."

`DEWLETA KAPÎTALÎST TIRKIYÊ WEK AMÛREKÊ JI BO PÊKANÎNA ARMACÊN XWE BI KAR TÎNIN`

Hemo diyar kir ku dewleta Tirk plan û siyasetên dewletên din pêk tîne da ku her projeyeke demokratîk li herêma Rojhilata Navîn ronahî dibîne, têk bibe. Hemo gelek şahidên vê yekê anîn ziman û got: “Dewleta Tirk ji bo şikandina vîna gelan bi taybet a gelê Kurd şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Herêmên Parastinên yên Medyayê dike. Berxwedana şervanan berdewam e û êdî nûnertiya hemû gelên cîhana azad dikin.”

`PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇARESERÎ YE'

Bedran Hemo da xuyakirin ku ji bo bidawîkirina aloziyan û çaresekirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, divê projeya neteweya demokratîk were pêkanîn û got:" Divê îtîraf bi tevahiya pêkhateyan ve were kirin û tev li girtina biryara bên kirin. Divê siyaseta dûrxistinê ku pirsgirêkan zêde dike neyên pêkanîn."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo di dawiyê de bang li hemû dewletan kir ku dixwazin aloziya xwe bi dawî bikin kir û got: "Berê xwe bidin Îmraliyê ji ber ku rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriyê ye."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y6PrMW4JZ3s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>