Balafirek bêpîlot baregeha Eyn El-Esed a Iraqê bombebaran kir

Li gorî çavkaniyên ewlehiya Iraqê, baregeha hewayî ya Eyn El-Esed li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê ku hêzên Amerîkayê tê de dimînin, bi balafireke bêpîlot hate bombebarankirin.

Balafirek bêpîlot baregeha Eyn El-Esed a Iraqê bombebaran kir
8 gulan, 2021   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişê rewşa awarte hat ragihandin û baregeha Eyn El-Esed bi temamî hat girtin. Li gorî ku kanala Rûsya El-Yewm ragihandiye, tevgereke zêde ya balafirên hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê li derdora baregehê heye.

Piştî ku koalîsyonê radestkirina cebilxaneyê ji hêzên iraqî re bi nirxê 1,8 milyon dolarî li baregeha hewayî ya Eyn El-Esad ragihand, ev êriş pêk hat.

(dx)