​​​​​​​Ji ber kêmkirina ava Firatê 30 stasyonên avê ji xizmetê derketin

Ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Sûriyê, zêdetirî 30 stasyonên paqijkirina avê ji xizmetê derketin û herêmê bi karesteke mirovî re rû bi rû mane.

​​​​​​​Ji ber kêmkirina ava Firatê 30 stasyonên avê ji xizmetê derketin
8 gulan, 2021   00:39
NAVENDA NÛÇEYAN –SÎPAN SILO

Dewleta Tirk ji 27'ê Çileya îsalê ve û heta dewleta Tirk para Sûriyê ji ava çemê Firatê kêm dike ku miqdareke pir kêm ku ne zêdetirî 200 metrekab di saniyekê de berdide.

Di encamê de asta herkîna avê û asta ava gol û bendavên li ser çem gelekî kêm bûye ku bûye 5 metre.

Li gorî peymana di navbera Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê de ku di sala 1987'an de hatiye îmzekirin, divê Tirkiyê di saniyekê de 500 metrekab ava çemê Firatê berde Sûriyê û para Iraqê ji vê yekê ji sedî 60 be.

Li ser vê kêmbûnê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyariya rûdana karesteke mirovî li herêmê da ku zêdetir 5 milyon mirov lê hene û debara xwe ya ava vexwarinê, avdan û kehrebeyê bi çemê Firatê dabîn dikn.

Ji Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Terbûş di daxuyaniyeke berê li gel ANHA'yê de gotibû: "Em li pêşberî karesteke rasteqîn in. Ji ber ku kêmkirina asta avê bû sedema qirêjbûna avê û derketina sedef û kevziyan ku bi xwe re nexweşiyên xeter mîna kolerayê tînîn, ev nexweşî jî di havînê de derdikeve ku niha em li pêşberî wê ne. Piraniya bajarên mezin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê debara xwe ya ava vexwarinê bi çemê Firatê dabîn dikin."

ZÊDETIRÎ 30 STASYON JI XIZMETÊ DERKETIN

LI GUNDEWARÊ ROJHILAT Ê DÊRAZORÊ

Zêdetirî 10 stasyonên paqijkirina avê ji xizmetê derketin, di encamê de zêdetirî 226 hezar kes ji avê bê par mane û bi rêya sarîcan avê peyda dikin.

Stasyona avê ya Hecîn a sereke hêza hilbirîna wê 160 metrekab di saetekê de ye, dirêjeya torên wê yên şaxê zêdetirî 20 kîlometre ye. Ev stasyon ji xizmetê derketiyê ku ava vexwarinê ji zêdetirî 80 hezar mirovî re peyda dikir.

Stasyona avê ya Sûsê, hêza hilbirîna wê 160 metrekab di saetekê ye, dirêjahiya tora wê jî 8 kîlometre ye, stasyon ji xizmetê derket û 45 hezar mirov ji ava vexwarinê bê par man.

Stasyona Ebû El-Hesen, hêza hilbirîna wê 160 metrekab di saetekê de ye, dirêjahiya tora wê 25 kîlometre ye û av dida 25 hezar mirov.

Stasyona Şifa, hêza hilbirîna wê 160 metrekab di saetekê ye, dirêjehiya tora wê 30 kîlometre ye û av dida 20 hezar mirovî.

Stasyona El-Kemşa, hêza hilbirîna wê 160 metrekab di saetekê de ye, dirêjahiya tora wê 30 kîlometre ye û avê dide 23 hezar mirov.

Stasyona El-Bû Bedran, hêza hilbirîna wê 160 metrekab e, dirêjahiya tora wê 15 kîlometre ye û avê dide 18 hezar mirov.

Stasyona El-Sefana, hêza hilbirîna wê 160 metrekab e, dirêjeya tora wê 10 kîlometre ye û 15 hezar mirov av dide.

REQA

Li Reqayê 36 stasyonên avê hene, piraniya wan ji xizmetê derketin, heger kêmkirina avê bidome dê yên din jî ji xizmetê derkevin. Ji ber derketina wan ji xizmetê derdora 200 hezar kes ji ava vexwarinê bê par mane.

Li xeta rojava, stasyonên "Hewa El-Hewaa" bi temamî ji xizmetê derketin, lê stasyonên Hiweyca Ferec, Mezreya El-Yemama û Stasyona Selhebiya ya Rojhilat bi nêvî enerjiya xwe dixebitin û heger kêmkirina avê bidome dê ew ji xizmetê derkevin.

Li gundewarê bakur jî stasyonên El-Heşim û El-Meslex ên li bakurê rojhilatê bajarê bi nîvê enerjiya xwe dixebitin, ev yek jî piştî ku pompe hatin siwarkirin ku av ji dûr ve were kişandin.

Li gundewarê başûr jî stasyona El-Ekîrîşî bi temamî ji xizmetê derket.

Li gundewarê rojhilat, stasyona El-Kerama bi nîvê enerjiya xwe dixebite û stasyona nû jî bi temamî ji xizmetê derketiye.

Her wiha stasyona El-Şahir ji sedî 70 jê ji xizmetê derketiye, stasyona El-Reyaş a li xeta El-Hewes ji sedî 55 tenê dixebite.

Sedema ku hin stasyon dixebitin ew e ku rêveberiya stasyonan tedbîr girtine ku xetên dirêj danîne da ku avê ji cihên herî dûr bigire.

TEBQA

Li herêma Tebqayê jî rewş ne cûda ye, 7 stasyonên avê bi temamî ji xizmetê derketine ku gefê li jiyana zêdetirî 114 hezar mirovî dixwe û wan ji ava vexwarinê bê par dihêle.

Li gorî agahiyên ku Komîteya Şaredariyan a Herêma Tebqayê dane, stasyona Tawî û stasyona Şemsedîn ku av didan derdora 49 hezar mirov ji navçeyên Cirniyê, Til Osman, Şemsedîn û gundên derdora wê ku ne kêmî 90 gund in, bi temamî ji xizmetê derketin.

Stasyona Caber a ku xizmeta gundên Caber û Mehmûdlî dike û avê dide 20 hezar kesî bi temamî ji xizmetê derket.

Stasyona Ayid a ku xizmeta taxê Ayid, Şalêhat û Îzaa yên rojavayê bajarê Tebqayê dike û av dida 15 hezar kes ji xizmetê derket.

Stasyona El-Kirîn, xizmetê pêşkêşî El-kirîn, Bû Hureyra û Mişêrfê dikir û av dida 5 hezar kesî ji xizmetê derket.

Stasyona Cerafat, wekî xeta piştevaniya bajar e û  di saetekê de 560 metrekab dida, ji xizmetê derket.

Stasyona Sehel, xizmeta herêma Sehel, Ebû Qubeyî, Barûda û El-Bû Receb dike û av dida derdora 15 hezar kesî jî ji xizmetê derket.

Ji Stasyona El-Bû Qasî beşek tenê dixebite, stasyon avê dide 10 hezar kes ji gundên Recim El-Xezal û El-Bû Asî.

KOBANÊ

Ji zêdetirî 2 mehan ve du stasyonên avê bi temamî ji xizmetê derketin, her wiha piraniya bîr, heta yên yedek ên ku di dema pêwîst de dihatin bikaranîna bi temamî ji xizmetê derketin.

Li gorî daxuyaniya gerînendeyê Rêveberiya Avê ya kantona Kobanê Fehed Mihemed, ava çem gihişt asta xwe ya herî nizim û heta niha 83 gundên girêdayî kantona Kobanê bê av in.

BANGÊN GEL

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê, 5'ê Gulanê bi dehan şêniyên herêma Tebqayê çalakiyek li qiraxa çemê Firatê li dar xist û bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku para Sûriyê ya ava çem berde.

Yekîneya Avê ya Tebqayê wekî çareseriyeke lezgîn, pompeyên horizontal saz dike.

Ji bo herêmên ku stasyonên avê lê naxebitin, aliyên têkildarî bi rêya sarîcan avê li şêniyan belav dikin, hin din jî ava vexwarinê dikirin.

ANHA