Li dijî navenda Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê êriş

Milîsên çekdar êrişî navenda Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê ya li Terablusê kir û xwest wezîra karên derve ya Lîbyayê Necla El-Menquş îstîfa bike.

Li dijî navenda Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê êriş
8 gulan, 2021   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civîna rêveberiyên milîsên çekdar bi serokê îstixbaratê El-Terablusî re ku ji kar hatiye derxistin û bersivdayîna daxuyaniya wezîra karên derve ya ku bang li hêzên biyanî û çeteyan kiribû ku ji welêt derkevin, ev êriş pêk hat. Her wiha milîsan di êrişa xwe de, erkdarkirina lîwa El-Eyîb di rêveberina îstixbaratê de li şûna El-Terablûsî red kir.

Di dîmenên belavkirî de, diyar dibe ku çawa milîsên çekdar êrişî cihê civîna meclisa serokatiyê dikin ku li Otêla Corinthia ya li paytext Terablusê hatibû lidarxistin. Her wiha li derdora otêlê ji aliyê milîsan ve bi dehan erebeyên leşkerî û doçka hatine dorpêçkirin.

Rayedarekê  Lîbyayê got: “Otêla Corinthia ya Terablusê navendek ji navendên civînên Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê ye û di êrişê de zirar negihaşt tu kesî."

(dm)