ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-05-2021
7 gulan, 2021   23:00

-Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi beşdarbûna Meclisa Lihevanînê ya Eşîran du malbatên ji eşîrên El-Bû Seraya û Sexanî li hev tînin, saet 12:00'an.

-Meclisa Kampa Waşûkanî li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Mabatên Şehîdan a Hesekê ji ber gerîlayê HPG'ê yê şehîd Şehbaz Îzzedîn (Canfeda) merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyekê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman El-Benawî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane sivîlên li xeta eniyên şer dikin hedef, her wiha soza bersivdayîna êrişan dûbare kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 -Yekîneyên Antî Teror şaneyeke girêdayî îstîxbarata hikumeta Şamê ku ji 3 kesan pêk dihat girtin. Li gorî endamên şaneyê, erka wan têkbirian ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê, bi taybet Hesekê û Dêrazorê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Hiqûqnasê Saziya “Mait” a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan Mihemed Mixtar Mihemed têkildarî êriş û sûcên domdarê ên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê û Iraqê got: "Aliyê navneteweyî bi awayekî cidî hesab ji dewleta Tirk naxwazin, hiştina dewleta Tirk bê hesab dihêle ku binpêkirinên xwe yê ên li dijî sivîlan û li dijî peymanên navneteweyî bidomîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD'ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa got, dema hatiye ku îtîraf bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin û diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê ne li Astana û ne jî li Cinêvê ye, çareserî di yekitiya gelê Kurd de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê diyar kir ku destwerdanên derve di kar û barên Sûriyê de bi taybet destwerdana dewleta Tirk alozî gûrtir kir. Her wiha destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, kilîta çareserkirina aloziyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Telal Mihemed diyar kir ku civaka navneteweyî ji berpirsyartiyên xwe yên li hemberî welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ'ê bûne direve û hişyar da ku nifşekî herî xeter ku li ser fikirê kuştin mezin bibe, derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên rêveber ên Kongreya Star a Dirbêsiyê gotin ew piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk di çarçoveya hevkariyeke navneteweyî ya li dijî tevgerên rizgariyên de êriş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK  Û JIYAN

- Ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Sûriyê, zêdetirî 30 stasyonên paqijkirina avê ji xizmetê derketin û herêmê bi karesteke mirovî re rû bi rû mane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA