​​​​​​​Li Qudsê 53 kes birîndar in

Îşev li hewşên Mizgefta Eqsa û li taxa Şêx Cerah a bajarê Qudsê şer derket, di encamê de herî kêm 53 filistînî birîndar bûn û teqwiyetên leşkerî yên Îsraîlê berdewam dike.

​​​​​​​Li Qudsê 53 kes birîndar in
7 gulan, 2021   20:30
XEZA

Çavkaniyên tibî yê Filistînê ragihandin ku di encama operasyênên serdegirtinê de ku polîsên Îsraîlê li hewşên Mizgefta Eqsa pêk anîbûn da ku filistînên nimêjkir biqewitînin, herî kêm 53 filistînî birîndar bûn û li hewşa mizgefê û taxa Şêx Cerah a li Qudsê welatî girtin.

Komeleya Heyva Sor bi daxuyaniyekê ragihand ku pirraniya birîndaran di serên xwe de birîndar bûne û çend kes jî derbeyên giran di çavên xwe de xwarine.

Polîsên Îsraîlê li herêmên cuda yên Qudsê rê girtin, da ku xwepêşandanên Filistînê yên li dijî zextên Îsraîlê yên li Qudisê û piştgiriya niştecihên taxa Şêx Cerah ku di bin gefa derxistinê de ne, ji hev bixin.

Li aliyekî din jî Îsraîlê sewqiyetên leşkerî li gelek deveran xurt dike, da ku bûyer veneguhere rageşeiyeke leşkerî bi komênFilistînê yên li Xezayê re.

Bi mijarê ve girêdayî Wezareta Karên Derve ya DYA'yê fikarên xwe yên têkildarî aloziya li Qudsa Rojhilat nîşan da û da zanîn ku divê her kes aramiya misoger bike û bi berpirsyarî tevbigere da ku alozî rawestînin û şer çênebe.

Wezaretê di dawiyê de ev xal diyar kir: "Ji ber derxistina malbatên filistînî yên li taxa Şêx Cerah em bi fikar in."

(eh)