Li Reqayê dewreya şeşemîn a perwerdeyê ya Erka Xweparastinê bi dawî bû

Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî îro dewreya xwe ya şeşemîn a Erka Xweparastinê bi dawî kir. Di dewreyê de 284 şervanan perwerde dît.

Li Reqayê dewreya şeşemîn a perwerdeyê ya Erka Xweparastinê bi dawî bû
7 gulan, 2021   13:05
REQA

Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî îro bi amadebûna fermandar, şervan û endamên saziyên sivîl û saziyên leşkerî dewreya xwe ya şeşemîn bi dawî kir. Dewreyê li ser navê şehîd Îsa Receb El-Îsa dest pê kiribû û 45 rojan dom kir. Şervanan tê de waneyên leşkerî û bîrdozî dîtin.

Merasîmê bi sozdayîna şervanan a şopandina doza şehîdan a parastina ax û welatê xwe dest pê kir. Di merasîmê de, cîgira nivîsgeha Erka Xweparastinê ya Reqayê Semîra Ehmed got: "Em ji tevahî şervanên vê dewreyê re serkeftinê dixwazin û ji hemû cîhanê re dibêjin ku jiyana azad û berxwedan roj bi roj zêdetir û mezintir dibe." 

Semîra wiha dom kir: "Îro parastina van herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, erka şervanên me ye, ji ber ku ewlehî û istîqrar xalên herî girîng ên avakirina civakê ne."

Semîra diyar kir ku îro herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ne, ji ber ku ew hewl dide ewlehî û istîqrara li herêmê têk bibe, her wiha ji bo ku projeya neteweya demokratîk jî têk bibe ava çemê Firatê qut dike. Semîra wiha berdewam kir: "Lê em ê armanca wan têk bibin, ji ber ku şervanên me hêza me ne."

Şervanê Erka Xweparastinê şehîd Receb Îsa El-Receb dema ku li ser erka xwe bû, şehîd bûbû.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AOykkV3E8UA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>