Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev kirin hedef

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev ên li derdora çiyayê Zawiyê û Hezarîn ên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev kirin hedef
7 gulan, 2021   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva din û vê sibehê hêzên hikumeta Şamê herêmên Fitêra, Şenan, Serce, Filêfil û Bênîn ên çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê bi dijwarî topbaran kirin. Her wiha çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumetê yên li derdora Hezarîn a gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan kirin hedef.

SOHR`ê duh ragihandibû ku hêzên hikumeta Şamê erebeyek sivîlan ku li ser rêya di navbera gundên Maret Nûman û Ketiyan ên rojhilatê bajarokê Teftenaz ê li rojhilatê Idlibê re derbas dibû, bi moşekekê kiriye hedef û di encamê de welatiyek hatiye kuştin û 3 kesên din ên di erebeyê de birîndar bûne.

(cx)