Dîmenê çalakiya girê Pîramît hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya 26`ê Nîsanê li ser Girê Pîramît ê herêma Avaşînê li dar xistiye û çekên ku desteser kirine, weşand.

Dîmenê çalakiya girê Pîramît hate weşandin
7 gulan, 2021   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenên hatin weşandin de, li gel çalakiya gerîla her wiha çekên ku hatine desteserkirin jî tên nîşandan.

Gerîlayê ku di dîmen de xuya dike, ji çekên hatine rakirin çekek MPT-55, bombeavêjek, BKC'yek, roketavêjek B-7, dûrbîneke termal, 2 dûrbînin çekê û cîhazeke ragihandinê dide nasandin.

Gerîla dibêje, "Heval bi hêsanî çûn û çek rakirin" û anî ziman ku dewleta Tİrk hewl da li herêmê bi cih bibe, lê li berxwedana mezin a gerîla rast hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 3'ê Gulanê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku di vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatine cezakirin.