Rojnameyên erebî: Serhişkiya Enqereyê di hiştina çeteyan li Lîbyayê de, dan û standinên bi Misirê re asteng dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa bangawaziyên Amerîka ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê, asteniyên li pêş dan û stansdinên Misir-Tirkiyê û hilbijartinên Fîlistînê kir.

Rojnameyên erebî: Serhişkiya Enqereyê di hiştina çeteyan li Lîbyayê de, dan û standinên bi Misirê re asteng dike
6 gulan, 2021   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘AMERÎKA BANGA PÊKANÎNA HEMÛ BENDÊN BIRYARA 2254`AN KIR’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku wezîrên karê derve yên koma 7 dewletên mezin di civîna xwe ya Londonê de teqez kirine ku ew pabendî gihaştina çareseriya siyasî ji bo bidawîkirina şerê Sûriyê ne.

Blinken ku ji bo beşdarbûna civînên wezîrên derve yên “7 welatên mezin” serdana Londonê dike, roja sêşemê bi tiwîttekê gotibû ku ew û hempîşeyên xwe pabendî dîtina çareseriyeke siyasî ji bo bidawîkirina şerê Sûriyê ne û piştgiriya destpêkirina mekanîzmeyeke xebatê NY`yî yên şandina alîkariyê ne. Blinken wiha gotibû: “Em ê ji bo pêkanîna hemû bendên biryara /2254/ ya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî û bidawîkirina azarên gelê Sûriyê, kar dewam bikin.”

Biryara /2254/ ku 18`ê Kanûna 2015`an derketiye, teqeziyê bi rawestandina şer û êrişan ji aliyê hemû hêzên li Sûriyê, bangawaziyên endamên Meclisa Ewlehiyê ji bo piştgiriya hewldanên pêkanîna agirbestê dike. Her wiha li gorî biryarê ji NY`yî tê xwestin ku hemû alî li hev bicivin û dan û standinên fermî pêk bînin û hilbijartinên dirust di bin çavdêriya NY`î bên lidarxistin.

Daxuyaniyên Blinken hemwextî hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyeyê pêk tên, ku tê payîn di 26`ê Gulanê de bên lidarxistin. Pêşbînî hene ku serok Beşar El-Esed ku ji 2000`î ve Sûriyê bi rêve dibe, bi ser bikeve.”

 ‘HEBÛNA TIRKIYÊ LI LÎBYAYÊ LI SER MISIRÊ JI KOMA ÎXWANAN XETERTIR E’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî têkiliyên Misir-dewleta Tirk wiha nivîsî: “Ji serdana şandeya Tirkiyê ya tevî hejmareke mezin ji rayedaran a ji bo Terabilusê di demên dawîn de, teqez dike ku şandina hêzên leşkerî û çeteyan ji aliyê Enqereyê ve, ne ji bo pêkanîna erkeke diyar e lê belê ji bo mayîna li Lîbyayê ye.

Enqereyê beriya serdana şandeya xwe ya yekemîn ji Qahîrayê re bi demek kin, bi zanabûn nameyek yekser ji erdên Lîbyayê şand da ku xeteke diyar di dan û standinên bi Misirê re diyar bike, ku Misir girîndiyê dide hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê û dosyaya hêzên leşkerî yên Tirkiyê li Lîbyayê ji doza Îxwan Muslimîn girîngtir dibîne.

Çavkaniyên ji Misirê ji rojnameyê re ragihandin ku hebûna Tirkiyê li Lîbyayê xeteriyê li ser ewlehiyê neteweyî ya Misirê çêdike û tevgerên Qahîrayê bi hatina hejmarên din ên çeteyên Sûriyê ji bo Terabilusê re zêdetir bûn.”

Heman çavkaniyan diyar kir ku nederxistina Enqereyê hêzên xwe yên li Lîbyayê dê dan û standinên siyasî û ewlehiyê yên di navbrea her du aliyan de, vala derxîne.”

‘FÎLISTÎNÎ DÎSA VEDIGERIN XALA PARÇEBÛNÊ’

Rojnameya El-Beyan jî behsa taloqkirina hilbijartinên Fîlistînê kir û wiha nivîsî: “Biryara taloqkirina hilbijartinên Fîlistînê, hêviyên gelê Fîlistînê yên hevgirtin û yekitiyê têk bir. Ji ber berjewnedî û nakokiyên ku hişt hilbijartin bên taloqkirin, gelê Fîlistînê hêviyên yên yekkirina mala Fîlistînê winda kirin.”

(cx)