Şêniyên Kobanê: Em nahêlin dewleta Tirk axa me dagir bike

Şêniyên gundên rojavayî Kobanê yên li nêzî sînorên Bakurê Kurdistanê teqez kirin ku ew nahêlin dewleta Tirk axa wan dagir bike û bêdengiya hikumeta Şamê û Rûsyayê ya li hemberî sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê şermezar kir.

Şêniyên Kobanê: Em nahêlin dewleta Tirk axa me dagir bike
6 gulan, 2021   06:56
KOBANÊ

Tevgerên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sînorên li hemberî gundên rojavayî Kobanê zêde dibin. Ji 22`yê Nîsanê ve xendeqan bi dirêjahiya 3 yan jî 4 metreyan li deverên cuda dikole.

Şêniyên gundên li nêzî sînorên Sûriyê-Tirkiyê li hemberî van tevgerên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Şêniya bi navê Meryem Mihemed ê ji gundê Bobanê Biçûk ê nêzî sînor li rojavayê bajarê Kobanê got dewleta Tirk ger xedeqan bikole yan jî êriş bike lê ew jê natirsin û wiha domand: “Em ji vir naçin û nahêlin ew axa me dagir bike.”

Meryem destnîşan kir ku dewleta Tirk dem demê hewl dide şêniyên herêmê bitirsîne. Meryem piştrast kir ku ew dev ji axa xwe û berxwedana li hemberî dagirkeriyê ber nadin û dê her tim şopdarên rêya şehîdan bin.

Şêniyê bi navê Ehmed Bîlal jî got: “Dewleta Tirk tevgerên xwe yên li ser sînor zêde kirine. Em heta niha armancên wê nizanin û çima xendeqan dikole, lê em ê heta dawiyê li hemberî sûcên wê li ber xwe bidin.”

Bîlal wiha pê de çû: “Ev axa me ye û em jê der nakevin. Em ê li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî cotkaran û şêniyan li ber xwe bidin.”

Mihemed Remedan ê ji gundê Sîlim ê li nêzî sînorên herêmê bi Tirkiyê re yê li rojavayê Kobanê helwesta hikumeta Şamê û Moskovê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û ev yek destnîşan kir: “Dewleta Tirk ne tenê axa me dagir kir lê belê rojane herêmê bi rêbazên cuda dike hedef. Bi rêya kolandina xendeqan, hedefgirtina şêniyan û balafirên keşfê hewl dide şêniyan bide tirsandin.”

Remedan di dawiyê de got: “Rûsya erkên xwe yên li hemberî gelê herêmê nayine cih û li gorî berjewendiyên xwe kar dike.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OAS3QXXoEgU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>