Şêniyên zirar ji qutkirina ava Firatê dîtine: Divê civaka navneteweyî fişarê li Tirkiyê bike

Bi dehan şêniyên Tebqa û gundewarên îro li ber keviya çemê Firatê kom bûn ku li ser qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk protesto kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirk bike ku para Sûriyê ji avê berde.

Şêniyên zirar ji qutkirina ava Firatê dîtine: Divê civaka navneteweyî fişarê li Tirkiyê bike
5 gulan, 2021   14:33
TEBQA

Di wê kombûnê de bi dehan şên û cotkarên ku zirar ji kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê dîtine û nûnerên ji partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn.

Mistefa El-Icêlî yê ji şêniyên Tebqayê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em îro li vir bi navê hemleya fişara gel û bi navê şêniyên herêma Tebqayê li ber keviyên çemê Firatê kom bûne û êdî çemê ku her tim dida û çavkaniya berdewama jiyanê bû, li ber ziwabûnê ye.

Sûcên ku îro dewleta Tirk pêk tîne rûyê wê ya terorîst ê rasteqîn eşkere dike û em îro bi vê daxuyanî bang li tevahî çalakvan, rêxistinên aştî û civaka navneteweyî dikin ku fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku ava çemê berde û para Sûriyê ji çemê Firatê bide.

Em bang li şêniyan dikin ku çalakî û protestoyên xwe bilind bikin da ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku heta bersiva xwestekên şêniyan bide."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/11t5JQMNdXk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>