Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê: Dê gerîla dagirkeriya Tirk têk bibin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê piştgiriya xwe bi gerîlayan re li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan da û got hêzên gerîla dê dagirkeriyê bi rêya Pêngava Bazên Zagrosê têk bibin.

Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê: Dê gerîla dagirkeriya Tirk têk bibin
5 gulan, 2021   13:25
REQA

Bi dehan ji ciwanan li Çerxeriya El-Elem kom bûn ku tev li daxuyaniyê bibin û Maya El-Hemîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet (Metîna, Zap û Avaşîn) şermezar dikin.

Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşane ye ku gerîla azadî çêj kiriye û ji wan êrişên tirsonek natirsin.

Armanca ji van êrişan, komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk bînin, lê dê misoger bi bin bikevin, ji ber gerîla tê dikoşin û li ber xwe didin û parastina gel dikin.

Bi ragihandina Pêngava Bazên Zagrosê re em ê ji cîhanê tevahî re îsbat bikin ku gerîla têk naçin.

Em li dawiyê bang li ciwanên xort û keç dikin ku tev li refên gerîla bibin û li hember îxanetkar û dijminan bisekinin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G58V23Gq2Ww" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>