​​​​​​​Şêniyên Şedadê şehîd Nûrî El-Hesen oxir kir

Îro bi dehan şêniyên şedadê cenazeyê şehîd Nûrî Mihemed El-Hesen ê ji Hêzên Erka Xweparastinê li  goristana şehîdan a Şedadê oxir kir.

​​​​​​​Şêniyên Şedadê şehîd Nûrî El-Hesen oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Şedadê şehîd Nûrî El-Hesen oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Şedadê şehîd Nûrî El-Hesen oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Şedadê şehîd Nûrî El-Hesen oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Şedadê şehîd Nûrî El-Hesen oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Şedadê şehîd Nûrî El-Hesen oxir kir
5 gulan, 2021   14:34
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Bi dehan şêniyên Şedadê, gelek ji endamên saziyên sivîl û leşkerî bi karwanekê ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê berê xwe da goristana şehîdan a Şedadê û li wir bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî dest bi merasîmê bû.

Piştre, bi navê Gerînendetiya Ewqafê ya Şedadê Ehmed El-Esed sersaxiya malbat şehîd xwest û wiha got: "Berdewama têkoşîn û berxwedana lehegane ya ji hêla şêniyên herêmê ve têrê dike ku dagirker û çeteyan têk bibin û xakê rizgar bikin."

Li aliyekî din jî endamên Meclisa Leşkerî ya Şehdadê Ewde El-Lehîbî wiha got: "Em çiqas li ser qehremantiya şehîdan biaxivin em nikarin mafên wan bidin an jî bigihînin asta qehremantiya wan. Lê belê em dikarin bi parastina destkeftiyan xwedî li mîrasa wan bi der kevin."

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm axivî û soz da malbatên şehîdan ku dê li ser şopa şehîdan heta pêkanîna armancên wan bimeşin.

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radest malbata şehîd kir.

Dûvre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û silavkirina berxwedana wan hate oxirkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/02GHXpeV48Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>