​​​​​​​Rêveberiya Xweser alîkariyê li malbatên hewcedar belav dike

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê 5 hezar paketên xwarinê ji bo malbatên hewcedar ên ku ji ber biryara qedexeya giştî ya herêmê hatiye rawestandin, diyar kiriye. Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo got rêveberî her tim hewl dide alîkariya şêniyan bike.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser alîkariyê li malbatên hewcedar belav dike
5 gulan, 2021   05:50
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Tevî derfetên kêm ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, lê ji 2014’an anku dema ku hatiye damezrandin ve Rêveberiya Xweser hewl dide hemû pêdiviyên şêniyan, bi taybet ên ku qûta wan kêm e, dabîn bike.

Di dema dawî de, Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser paketên xwarinê li malbatên hewcedar ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kirin.

Girêdayî mijarê, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif wiha got: "Di encama belavbûna pandemiya Koronayê li herêmê û biryara qedexeya giştî ya ji hêla Şaneya Aloziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hin malbatên hewcedar ku debara xwe rojane bi kar dikirin, zirar dîtin. Ji bo alîkarîdayîna wan malbatan di dema qedexeyê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê paketên xwarinê belav kirin."

‛5 HEZAR PAKETÊN XWARINÊ HATIN VEQETANDIN’

Perwîn Yûsif daxuyand ku 5 hezar paketên xwarinê li herêma Cizîrê hatine belavkirin, ji wan 2 hezar û 500 paketên xwarinê li Qamişlo û 2 hezar û 500 paketên xwarinê jî li Hesekê hatine belavkirin, lê hejmarê têrê nekir û wiha domand: "Ew yek li gorî derfetên Rêveberiya Xweser bû û weke alîkariyeke manewî bû."

‛KOMÎN Û MALBATÊN DEWLEMEND BI RÊVEBERIYA XWESER RE BÛN ALÎKAR’

Der barê makanîzmeya belavkirina paketên xwarinê de, Perwîn diyar kir ku belavkirin bi hevkariya meclis, komîn û saziyên taybet bi xizmetên civakê pêk hat."

Perwîn destnîşan kir ku hin malbatên dewlemend ên li herêmê alîkariya vê însiyatîfê û şêniyan kirine û hin rêxistinên mirovî yên li herêmê çalak in jî alîkarî dane. Ji lew re alîkariya beşeke baş ji malbatan hate kirin û hinekî barê wan sivik bû.

Perwîn wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rêveberiya Xweser belavkirina paketên xwarinê li tevahî herêman bi dawî kir û tenê bajarê Qamişlo ma. Ew jî ji ber şerê di navbera çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate derengxistin û dê di çend rojên pêş de werin belavkirin."

‛RÊVEBERIYA XWESER WÊ XIZMETKIRINA ŞÊNIYAN BIDOMÎNE’

Perwîn da zanîn ku di paketên xwarinê de pêdiviyên xwarinê yên rojane wekî zeyt, şekir û hwd hebûn. Lêçûna her paketekê bi nêzî 75 hezar lîreya Sûriyê bû."

Têkildarî helwesta şêniyan ji vê însiyatîfê, Perwîn got: "Piranî şêniyên herêmê ji ber xirabbûna rewşa aborî îsal, bi sedema kêmbûna baranê ku mewsima çandiniyê telef kiriye, azaran dikişînin. Li aliyekî din jî bandorên qanûna Qeyser jî heye, bi wê re nirxê tiştan bilind bûn û nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar pir daket. Belavkirina paketên xwarinê ji aliyê şêniyan ve hate pêşwazîkirin."

DYA bi biryarekê ku Senatoya Amerîkayê di 2019’an de erê kiriye, bi navê qanûna Qeyser cezayên aborî yên hişk li dijî hikumeta Şamê birîn. Biryar di 17`ê Hezîrana sala borî de kete meriyete.

Perwîn Yûsif wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rêveberiya Xwe ev însiyatîf sala par jî dest pê kiribû ji bo ku alîkariya şêniyan bike. Rêveberî hîna ji bo çareserkirina pirsgirêkên şêniyan û piştevaniya wan, kar dike."

(fr)

ANHA