Ji ber barana kêm û kêmkirina avê, mewsima çandiniyê telef bû

Ji beriya zêdetirî 10 salan ve qada çandiniyê ya Til Temirê di encama qutkirina avê ji ser çemê Xabûr û ziwakirina wê de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve têk çûye. Qutkirina ava çemê Firatê jî bû sedema telefbûna zêdetirî nîvê berhemên avî li herêmên hawiza Firatê.

Ji ber barana kêm û kêmkirina avê, mewsima çandiniyê telef bû
5 gulan, 2021   05:28
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Berovajî salên borî, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û herêma Cizîrê bi taybet azarên kêmbûna berhema çandiniyê dikişînin, ji ber ku baran îsal kêm barî û çandiniya bejî telef bû.

Di demekê de ku cotkar hêviyên xwe bi çandiniya avî ve girê didin, qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hişt ku berhemên avî jî telef bibin.

Ji girîngtirîn çavkaniyên ku cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çandiniyên xwe yên avî de pişta xwe didinê, çemê Firatê ye, ew jî piştî qutbûna avê ji ser çemê Xabûr ku avê dide çema Ceqceq e.

Dewleta Tirk a dagirker para Sûriyê ji avê qut kir, bi wê re jî çavkaniya çemê Xabûrê ku ji hundirê Tirkiyê diherike girt. Ew çem ber bi bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ve diherike û di navçeya Til Temirê re derbas dibe û li çemê Ceqceq ê Hesekê bi dawî dibe.

Cotkarên Til Temirê li ser rewşa çandiniya îsal, di gel tunebûna baranê û qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk ve axivî.

‛ JI BERIYA 15 SALAN VE REWŞA ÇANDINIYÊ XIRAB E'

Cotkarekê bi navê Salih Ugle yê ji herêma Çiyayê Kezwana diyar kir ku ji zêdetirî 15 salan ve rewşa çandiniyê li herêmê ne baş e û got, berê şênî û cotkaran pişta xwe didan çemê Xabûrê ku di navçeya Til Temir û gundewarên wê re derbas dibû û heta Hesekê diçû, lê niha Xabûr ziwa bûye û cotkar jî nikarin bîran bixebitînin.

Ugle wiha gotina xwe berdewam kir: "Mewsima çandiniyê ya îsal ne baş e û heta ji pez re jî nabe. Li aliyekî din jî hilmijên avê, parçeyên wê, semad û sotemenî jî buha ne."

Ugle da zanîn ku gelek zirar bi şêniyên herêmê bûn, ji ber ku yekser debara xwe bi çandiniyê dikin.

‛PIŞTÎ XABÛR Û CEQCEQ ÇEMÊ FIRATÊ JÎ ZIWA DIBE’

Li aliyekî din jî cotkarê ji Zirganê Mihemed Nûrî Ehmed wiha got: "Ji ber nabarîna baranê û ziwabûna li herêmê, gelek astengî li pêşiya cotkarên herêmê derketin, ji ber ku ji sedî 75 zeviyên wan bejî ne. Lê rêjeya barana îsal kêm 10 mm bû."

Ugle diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gelek fişarê mezin tên, bi taybet ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ku ava çemê Firatê ji ser herêmê qut kiriye, her wiha ava çemê Xabûr û çemê Ceqceq jî qut kiriye ku qûta sereke ya zeviyên avî bûn. Ugle got, dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan mewsima çandiniyê têk bibe.

Ugle destnîşan kir ku ziwabûna li herêmê çêbûye, dê bandoreke mezin li şêniyên herêmê bike, ji ber ku di radeya yekemîn de debara xwe bi çandiniyê dikin û ji encamên neyînî ku dê rewşa çandiniyê bi xwe re bîne, buhabûn û hilweşîna rewşa aboriyê ye.

GIRTEKÊN KOMÎTEYA ÇANDINIYÊ

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Til Temirê Seîd Nayif wiha got: "Rewşa giştî ya çandiniyê li Til Temirê pişta xwe dide baranê û mewsima bejî telef bû. Niha em pişta xwe didin çandiniya avî. Zeviyên avî dabeşî du beşan bûye, ya yekemîn pişta xwe dide ava Xabûrê û ya duyem jî pişta xwe dide bîrên ser erdê û bîrên deryayî."

Nayif wiha domand: "Ji ber kêmbûna baranê û qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, çemê Xabûrê bi giştî ziwa bûye."

Li ser çareseriyên ku komîteya çandiniyê ji bo piştevaniya cotkarên li herêmê re pêşkêş kirine, Nayif wiha pê de çû: "Ji ber rewşa hewayê û piştdayîna cotkaran li ser çandiniya avî, me beşa 5’an a sotemeniyê li cotkaran belav kir û bi biryara ji desteya çandiniyê de dê beşa 6’an jî were belavkirin."

Nayif wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêjeya serkeftina mewsima niha û çandiniya avî, ji sedî 50’î ye."

(fr)

ANHA