Yekitiya Masîgiran a Reqayê li ser tunebûna masiyên li ava Firatê hişyarî da

Cîgirê Serokê Yekitiya Masîgiran a Reqayê piştrast kir ku ji ber kêmbûna zêde ya rêjeya ava Firatê hin cureyên masiyan êdî tune dibe, her wiha hin cureyên dîtir ên masiyan ji 2017’an ve dema ku dewleta Tirk av wek çekekê li dijî gelê Sûriyê bi kar aniye, tune bûn.

Yekitiya Masîgiran a Reqayê li ser tunebûna masiyên li ava Firatê hişyarî da
5 gulan, 2021   06:18
REQA-EHMED EL-ESAF

Çemê Firatê bi pirbûna cureyên masiyên tê de navdar e, ku ji ber kêmbûna rêjeya avê ku ji bo zêdebûn masiyan ne guncaw e, êdî tune dibin mîna masiyên Cezer û Romî ku hêkên xwe dixin kûrahiya avê.

Ji dema ku dewleta Tirk ava çemê Firatê wek çekekê ji bo birçîkirina gelê Sûriyê ji 2017’an ve bi kar aniye, rêjeya ava çemê pir kêm bûye û ji bo zêdebûna masiyan bi taybet di mewsima hêkan de ne guncaw e. Ji ber ku masî hêkên xwe li ser keviyên kevir û kevzên di kûrahiya çemê de datînin.

/kr/uploads/files/2021/05/05/062309_-4.webp

Cîgirê Serokê Yekitiya Masîgiran a Reqayê Yûsif Setam li ser tunebûna masiyan bi temamî hişyarî da û wiha got: "Ev mehên hêkan in, lê rêjeya çemê û tunebûna kûrahiya guncaw ji bo zêdebûna masiyan atmosfereke guncaw peyda nake. Bi kêmbûna avê re gelek masî telef bûn û bûn xwarina masiyên mezin û teyran."

Setam diyar kir ku ji 2017’an ve hêdî hêdî masiyên Cezer û Romî kêm bûn, heta ku bi temamî tune bûn, li gel wê jî dibe ku hin cureyên dîtir ên masiyan tune bibin.

Setam destnîşan kir ku tenê li Teqayê zêdetirî 300 malbat debara xwe bi girtina masiyan dikin, lê niha karê wan hatiya rawestandin.

Setam bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî kir ku gavên cidî bigirin, da ku jiyan ji nû ve li çemê Firatê û hawiza wê vegere. Her wiha ew ji karesateka mezin ku îhatimal e rû bide, berpirsiyar nîşan da.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mAOxXK-taVo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>