​​​​​​​Rojnamevan: Ji ber qutkirina ava Firatê, herêm bi kareseteke mirovî re rû bi rû maye

Rojnamevanên ku kêmbûna ava çemê Firatê şopandine, gotin dewleta Tirk dibe sedem ku kareseteke mirovî li herêmê pêk were. Her wiha teqez kir ku divê civaka navneteweyî di serî de Koalîsyona Navneteweyî fişarê li dewleta Tirk bike da ku para Sûriyê ya avê berde.

​​​​​​​Rojnamevan: Ji ber qutkirina ava Firatê, herêm bi kareseteke mirovî re rû bi rû maye
5 gulan, 2021   04:14
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Gelek dezgehên ragihandinê yên herêmî û biyanî rewşa çemê Firatê, kanalên avê û stasyonên avê yên ji ber qutbûnê rawestîne û kêmkirina saetên kehrebeyê li herêmê, şopandin.

Ruxmî ku bal hatiye kişandin ser hewldanên bi zanabûnê yên dewleta Tirk ku ava çemê Firatê li paş bendavên ku ava kirine kom kiriye û ruxmî lihevkirina sêalî ya di navbera Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê de ya sala 1987`an, lê dewleta Tirk hewldanên xwe didomîne û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji lihevkirinên mirovî yên xwe tu bertek nîşan nade.

Dewleta Tirk ji Mijdara 2020`an ve ava çemê Firatê li ser Sûriyê dibire. Li gorî Desteya Enerjî û Pêwendiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta çemê li Sûriyê û asta ava golên bendavan heta rêjeya 5 metreyan kêm bûye.

Ji dezgehên ku rewşa çemê şopandiye, Al Aan Tv ya Erebî ye, nûçegihana wê Ronak Şêxî der barê encamên qutkirina ava çemê li gel bêdengiya navneteweyî ya domdar de ji ANHA`yê re axivî.

Ronak Şêxê destpêkê got: “Asta çemê Firatê gelek kêm bûye. Ev yek bi awayekî zelal diyar e. Li gorî şopandina me, di gelek nuqteyên ku ji ber avê xuya nedibûn niha xuya dibin. Şêniyên ku bi rêya çemê zeviyên xwe av didin, zehmetiyan dikişînin piştî ku av bi awayekî zêde kêm bûye.”

Ronak diyar kir ku rêjeya herikîna ava çemê Firatê ber bi Sûriyê ve, ne li gorî lihevkirina sêalî ya di navbera Tirkiyê, Iraq û Sûriyê de ye û wiha domand: "Av bi awayekî metirsîdar kêm bûye. Şêniyên herêmên li ser beravên çemê bi rêya çemê zeviyan av didin, ava vexwarinê peyda dikin û kehrebeyê dibin.”

Li gorî lihevkirina di navbera Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê de ya sala 1987`an, para Sûriyê ji ava çemê 500 metre kab di her saniyekê de ye û para Iraqê jî bi rêjeya ji sedî 60 e.

Ronak Şêxê destnîşan kir ku wê zuhabûna bîr û kanalên ku şêniyên herêmê pê zeviyan av didin şopandine û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Zevî bi awayekî mezin zirar dîtine, gelek stasyonên avê êdî naxebitin. Ava vexwarinê her çûye jehrtir bûye. Stasyonên kehrebeyê yên li bendavan rawestîne û saetên dayîna kehrebeyê jî gelek kêm bûne."

Rêveberê Nivîsgeha Dengê Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zana Omer der barê mijarê de ji ajansa me re wiha axivî: “Li gorî me şopandiye, kêmbûna mezin di asta ava çemê û golên wê de çêbûye, me tu carî mîna wê li herêmê nedîtiye.“

Omer diyar kir ku bandorên vê yekê li herêmê neyînî ne, ji ber ku çemê Firatê li herêmê damara stratejîk û bingehîn e ku hem di çandiniyê de, hem jî di ava vexwarinê de, hem jî di derxistina kehrbeyê de tê bikaranîn. Omer da xuyakirin ku heke rewş wisa bidome, li gel ferzkirina Qanûna Qeyser, daketina nirxa lîreya Sûriyê, belavbûna vîrusa koronayê li herêmê, dê kareseteke mirovî rû bide û rewşa mirovî ji bin kontrolê derkeve.

Omer got: “Li hemberî zêdegavyên dewleta Tirk divê civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî fişarê li dewleta Tirk bikin, ji bo ku dev ji mîna van gavan berde. Ji ber ku dewleta Tirk di radeya yekemîn de ewlehiya herêmê dike hedef ku yek ji armancên koalîsyona navneteweyî û civaka navneteweyî ye.“

Omer îşaret pê kir ku divê li ser asta navneteweyî, zext li Tirkiyê were kirin da ku bendavan veke û av careke din li gorî lihevkirinên navneteweyî bigihêje Sûriyê.

Zana Omer piştrast kir ku dewleta Tirk avê di nakokiyên xwe yên siyasî de bi kar tîne, da ku armancên xwe yên siyasî pêk bîne, her wiha qanûnên mirovî yên taybet bi rewşên şer binpê dike û wiha pê de çû: “Piştî ku li ser asta navneteweyî di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk ve hat şermezkirin, vê carê ava çemê Firatê qut dike.”

Omer teqez kir ku dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Der barê sedemên ku dewleta Tirk vê sûcê dike de nûçegihana Al Aan Tv Ronak Şêxî got: “Piştî ku li ser asta leşkerî bi bin ket û piştî ku gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya çeteyên xwe dagir kirin, dewleta Tirk vê carê gelê Sûriyê dike hedef.”

Ronak Şêxê ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk avê wekî çek li dijî herêmê bi kar tîne. Bi rêya avê şerê herêmê dike û bi milyonan dide tîkirin. Di hewldaneke ji bo ku şêniyên herêmê koçber bike û ewlehiya wê têk bibe de, ava stasyona Elok û herikîna çemê Firatê qut dike.“

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 3`yê Adarê de hişyar da ku dê karesteke mirovî li herêmê rû bide ku zêdetirî 5 milyon kes ku ava çemê Firatê ji bo peydakirina ava vexwarinê, kehrbeyê û avdanê bi kar tînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7TZttnRHP-U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>