ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-05-2021
4 gulan, 2021   23:00

-Şêniyên navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û silavkirina berxwedana gerîlayan meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê şehîd Destan Ronî (Emîna Demîrtaş) û Ciwan Amed (Baran Çîçek) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevanên ku kêmbûna ava çemê Firatê şopandine, gotin dewleta Tirk dibe sedem ku kareseteke mirovî li herêmê pêk were. Her wiha teqez kir ku divê civaka navneteweyî di serî de Koalîsyona Navneteweyî fişarê li dewleta Tirk bike da ku para Sûriyê ya avê berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTANÊ

- Malbatên girtiyên ku di girtîgehên dewleta Tirk de ne, bang li gelê Kurd ê li hundir û derve kir ku li hember faşîsta Tirk û ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullan Ocalan serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk bi  Doza Kobanê re hemû hêzên ku piştgirî dane berxwedanê dadirizîne, ev yek jî eşkere dike ku ew berdevk û parezerê DAIŞ`ê ye. Foza Yûsif diyar kir ku divê hêzên navnetewî ji bo dadgehkirina dewleta Tirk bi erkên xwe rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hamo Moskvian diyar kir xeteriyeke rasteqîn a dewleta Tirk li ser herêmê û dewletên ereban heye, divê dewletên ereban li hemberî vê xeteriyê yekitiya xwe ava bike. Moskvian got, armanca dewleta Tirk ji êrişên dawî, Başûrê Kurdistanê tev li xwe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko, hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ji hesabên demkurt hişyar kir û got, ku dewleta Tirk bi êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nasekine, lê belê dê êrişên xwe heta Mûsil û Kerkûkê jî bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di vê dawiyê de axaftina li ser zindîkirina lihevkirina nukleerî ji aliyê Washington û Tehranê ve zêde dibin ku Turmp bi awayekî yekalî jê vekişiya. Lê gelek pispor diyar dikin ku her du alî hewl nadin şêwazê berê ya lihevkirinê pêk bîne, lê belê dixwazin li ser berjewendiyên li herêma Rojhilata Navîn bigihêjin hev anku li hev bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Çalakiya konê seferberiya giştî ya ciwanên şoreger ya ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker di roja 5'an de li navçeya Girkê Legê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ev cara 13`an e ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elok li ser şêniyên Hesekê û navçeyên wê qut dike. Bangewaziyên hevserokatiya Gerînendetiya Avê ya kantonê yên ji civaka navneteweyî re zêde dibin ku stasyonê naxin nava nakokiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşa çandiniyê ya Til Temirê, ji zêdetirî 10 salan e di encama qutkirina avê ji ser çemê Xabûr û ziwakirina wê de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve têk çûye, lê bi qutkirina ava çemê Firatê bû sedema telefbûna zêdetirî nîvê berhemên avî li herêmên hawiza Firatê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Serokê Yekitiya Masîvanan a Reqayê piştrast kir ku bi sedema kêmbûna zêde ya rêjeya ava Firatê hin cureyên ji masiyan êdî winda dibin, ji wê zêdetir jî hin cureyên dîtir ên masiyan ji 2017’an de dema ku dewleta Tirk av wek çekekê li dijî gelê Sûriyê meşandiye, winda bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê 5 hezar paketên xwarinê ji bo malbatên hewcedar ku xebatên wan ji ber biryara qedexeya giştî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine rawestandin, amade kirin. Bi wê re jî Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo got rêveberî her tim hewl dide alîkariya şêniyan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA