​​​​​​​Sozdar Ehmed: Divê stasyona Elok ji şer were bêalîkirin

Ev cara 13`an e ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elok li ser şêniyên Hesekê û navçeyên wê qut dike. Bangewaziyên hevserokatiya Gerînendetiya Avê ya kantonê yên ji civaka navneteweyî re zêde dibin ku stasyonê naxin nava nakokiyê.

​​​​​​​Sozdar Ehmed: Divê stasyona Elok ji şer were bêalîkirin
5 gulan, 2021   01:36
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Stasyona avê ya Elokê di bin kontrola dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye. Stasyona li rojhilatê Serêkaniyê avê ji bo zêdetirî 1.5 milyon şêniyên bajarê Hesekê û derdora wê, gelek koçberên herêmên dagirkirî û niştecihên kampên Hol, Erîşe û Weşûkanî peyda dike.

Ev ne cara yekemîn e ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê avê li ser kantona Hesekê qut dikin, ji dema ku herêm dagir kirine 13 caran av qut kir. Ev yek êş û azarên şêniyan zêde kirin bi taybet li gel belavbûna vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Herî dawî di 12 'ê Nîsanê de ava stasyonê qut bû, piştî ku stasyona kehrebeyê ya li navbera Dirbêsiyê şewitîn ku kehrebeyê dide stasyona Elokê. Ev şewat jî ji ber bikaranîna nebaş a çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji kehrebeyê re çêbû û zirarên madî bi stasyonê hatin.

Werşeyên Desteya Enerjiyê xebatên bêhempa meşandin û stasyona kehrebeyê sererast kirin. Li gorî Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed, ruxmê wê jî, ji wê demê ve stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi hinceta tunebûna kehrebeyê nehat xebitandin.

Sozdar ji ajansa me re axivî û wiha got: "Piştî bangewaziyên navneteweyî û danûstendinên bi navbeynkariya Rûsyayê, Tirkiyê av berda û destûr da ku stasyon were xebitandin. Li gorî lihevkirinê, li bermaberî xebatindina stasyonê bi rêjeya ji sedî 10, dagirkera Tirk 7 mêga kehrebe xwest. Ruxmî ku tenê 3 mêga têrê dikin ku stasyon bixebite. "

Sozdar wiha domand: "Dewleta Tirk kehrebe zêdetirî ya ji bo xebatindina stasyonê pêwîst, xwestin."

Li gorî Sozdar Ehmed stasyona Elok ji 30 bîran û 8 hilmijan pêk tê. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê 3 hilmijan û 10 heya 15 bîran, dixebitînin.

Sozdar diyar kir ku miqdara avê ya tê digihêje Hesekê gelek kêm e û bi bîr xist ku cotkarên gundên dagirkirî torên ava guhertinê ji ber wê ava ku digihêje Hesekê kêm û tenê bi rêjeya ji sedî 5 pêwîstiya wê ya ji avê peyda dike.

Sodar da zanîn ku pêwîstiya Hesekê ya ji avê ya rojane derdora 70 hezar metre kab e û zêdetirî 15 heta 20 metre kab naghêje bajêr.

`TU ÇARESERÎ JI BILÎ BÊALÎKIRINA STASYONA ELOK TUNE YE`

Sozdar got: "Tevî navbeynkarî dibe ku dewleta Tirk stasyonê bide xebitandin, lê dîsa jî ev yek ne domdar pêk tê. Tenê du sê saetan vêdixin piştre çar pênc saetan vedimirînin. Pêwîstiya me pê heye ku stasyon zêdetirî rojekê bixebite, ji bo ku depoyên avê werin dagirtin û piştre ji şêniyan re were şandin."

Sozdar di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Em bang li hemû rêxistinên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Xaça Sor a navneteweyî û aktorên li ser erdê bi taybet (garantorê Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî) dikin ku bi awayekî cidî mudaxele bikin û em teqez dikin ku tu çareserî ji bilî neçarkirina dagirkeriya Tirk ji bo bêalîkirina stasyona Elokê ji şer tune ye, ji ber ku çavkaniya ava vexwarinê ye û altirnatîfa wê tune ye.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B165W63ptek" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>