Danûstandin û berjewendiyên DYA û Îranê berdewam dikin

Di vê dawiyê de axaftina li ser zindîkirina lihevkirina nukleerî ji aliyê Washington û Tehranê ve zêde dibin ku Turmp bi awayekî yekalî jê vekişiya. Lê gelek pispor diyar dikin ku her du alî hewl nadin şêwazê berê ya lihevkirinê pêk bîne, lê belê dixwazin li ser berjewendiyên li herêma Rojhilata Navîn bigihêjin hev anku li hev bikin.

Danûstandin û berjewendiyên DYA û Îranê berdewam dikin
5 gulan, 2021   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Dan û standinên nukleerî yên Îranê li Viyanayê berdewam in. Dewletên ku tev lê bûne dan standin bi erênî dinirxînin. Yekitiya Ewropayê jî  dan û standin bi "Avaker" bi nav kir.

Bi armanca ji nû ve destpêkirina dan û standinên lihevkirina nukleerî ya 2015`an ya têkildarî bernameya nukleerî ya Tehranê, nûnerên Yekitiya Ewropayê (YE), Fransa, Almanya, Brîtanya, Rûsya, Çîn û Îranê roja çarşemê careke din civiyan. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî bi awayekî ne yekser tev li civînê bû. Nûnerên van dewletan sala 2015`an li hev kir û ceza li Îranê ferz kir. Ji bo rakirina hinek wan cezayan, Îranê garantî dan koma navneteweyî ku hewl nade çekên nukleerî pêş bixe.

Sala 2018`an, serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî yekalî ji vê lihevkirinê vekişiya û cezayên yekalî li Îranê ferz kirin. Ji ber wê Îranê hinek bendên lihevkirina nukleerî bin pê kirin.

Serokê Amerîkayê yê nû Joe Biden diyar kir ku ew amade ye vegere lihevkirinê. Lê vê carê Îranê pêkanîna dan û standinê yekser bi DYA`yê red dike, ji ber ku hîna cezayan lê ferz dike. YE`yê di navbera her du aliyan de navbeynkarî kir. 

Du komên pisporan têkildarî rakirina cezayan û mijarên nukleerî û ji bo nirxandina girtekên ku dibe her du alî bigire da ku vegerin lihevkirinê civiya.

`MIJAREN DAN U STANDEN DI NAVBERA WASHINGTON U TEHRANE DE ÇI NE?`

Pirsa ku xwe di vir de dide pêş, gelo bi rastî Washington û Tehran li ser mijara nukleerî ya Îranê dan û standinan dikin, yan jî her du welat li ser berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navên nîqaş dikin? Li Sûriyê, Lubnan, Iraq û Yemenê toreke fireh a wekîlan a Îranê heye. Her wiha bi awayekî mezin bandorê li rewşa Efganistanê dike, ev yek jî hevalbendên Washingtonê (Îsraîl û Erebistana Siûdî) westand.

Mijara vegera ji lihevkirina nukleerî mijareke aloz û girêk e. Li gorî lêkolînerê Enstîtuya Newlines ya Amerîkayê Nicholas Heras, lihevkirin gelek bendên têkildarî qedandina demê di lihevkirina bingehîn de çareser dike ku derfet dida Îranê ku piştî gelek salan tecrubeyên xwe yên nukleerî yên pêşketî ji nû ve berdewam bike.

Heras di daxuyaniyekê li gel ajansa me de got: “Rêveberiya Biden hewl dide Îranê îqna bike ku qeydên li ser bernameya moşekên palistî erê bike. Tîma Biden hewl dide lihevkirineke baştir bi Îranê re bi dest bixe da ku metirsiyên Îsraîl û Erebistana Siûdî bi dawî bike.”

`WASHINGTON DIXWAZE PERGELEKE HERÊMÎ YA NÛ LI ROJHILATA NAVÎN AVA BIKE`

Vegera li lihevkirina nukleerî ya berê re bêyî guhertin, dê nakokiyên tundtir di navbera DYA û hevalbendên wê yên li herêmê de bi taybet Îsraîl û Erebistana Siûdî re çêke. Til Evîvê û Riyadê ragihand ku ew li dijî vê yekê ne.

Têkildarî vê yekê Heras got, hêviyên DYA, bi taybet yên nûnerê Amerîkayê Rob Malley ji lihevkirina nukleerî mezintir in û wiha domand: “DYA`yê bi rêya xebatên Malley hewl dide pergaleke herêmî ya nû li Rojhilata Navîn ava bike ku lihevkirinekê di navbera Îran û Erebistana Siûdî de çêbike û hevsengiyê di navbera her du welatan de pêk bîne ku heta gelek serdema berdewam bike.”

Girêdayî daxuyaniyên balyozê Îsraîlê yê li Washintonê Gilad Ardan ku gotibû, dibe ku di çend hefteyan de DYA û Îranê li hev bikin û Îsraîl dev ji şerê xwe yê li dijî hêviyên nukleerî yên Îranê bernedaye ku di pêşerojê de li ser hebûna Îsraîlê xetere ne, Heras got: “Îsraîl ji bo DYA`yê kerta Joker e. Netanyahu di wê baweriyê de ye ku bi xeta leşkerî ya gengaz a muhtemel rêya tekane ye da ku rê li pêşiya Îranê bê girtin da ku çekê nukleerî bi dest nexe. Her wiha baweriya serokwezîrê Îsraîlê bi tîma Biden tune ye.”

`ÎRAN AMADE YE MOŞEKÊN XWE TÊKE LIHEVKIRINE NÛ`

Erebistana Siûdî û Îsraîlê ji DYA`yê dixwazin ku di her lihevkirineke nû de bi Îranê re moşekên balîstîk yên Îranê di ber çavan re derbas bike û derbasî lihevkirinê bike. Her wiha ji Îranê dixwazin ku wekîlên xwe yên li Sûriyê, Lubnan, Iraq û Yemenê kontrol bike. Gelo Îran dê vê pêk bîne?

Di vî warî de rojnamevan Hesen Remo got: “Erebistana Siûdî ya herî zêde zirar ji moşekên Îranê dîtiye. Topbarankirina koma Ensarullahê Hûsî ya yemenî ya nêzî Îranê gelek nuqteyên di hundirê Siûdiyê de ku pergala wê nikare wan êrişan têk bibe, îsbata vê yekê ye. Îsraîl jî bi awayekî domdar bi koordîneya DYA û Rûsyayê moşekên Îranê dike hedef beriya ku bigihêjin Hizbullahê li Lubnanê. Yanî Îsraîl heta radeyeke mezin karî bandorên moşekên ast kin û navîn ên Îranê kêm bike. Di baweriya min de Îran amade ye moşekên xwe mîna moşeka Secîl derbasî lihevkirina nû bike ku asta wê digihêje zêdetirî 2 hezar kîlometreyan.”

GELO ÎRANÊ DÊ WEKÎLÊN XWE YÊN LI HERÊMÊ KONTROL BIKE?

Der barê daxwazên yên Erebistana Siûdî û Îsralî yên kontrolkirina Îranê wekîlên xwe yên li herêmê de, Remo destnîşan kir ku bawere nake ev yek dê pêk were, ji ber ku li Yemenê koma Ensarullah piraniya rûbera welêt kontrol dike. Remo wiha pê de çû: “Ruxmî ev serkeftina nîvço ye, Erebistana Siûdî jê ne rehet e. Ji ber wê yekê çareserî di lihevkirineke siûdî û îranê de ye ku para Îranê di Yemenê de misoger dike û nahêle şerek di navbera wekîlên her du aliyan de çêbibe.“

Têkildarî Iraqê Remo diyar kir ku Iraqê ji bo Îranê stratejîk e û dev ji wekîlê xwe yên li wir bernade û heta jî kontrol nake û wiha domand: "Ev yek ji bo Sûriyê û Lubnanê jî derbasdar e. Ev her sê dewlet bingeha projeya Kevana Şîî ye. Sînordarkirina ajandeyên Îranê li van welatan tê wateya ku şerê li wan welatên û dewletên Ereb, Îsraîl û DYA`yê bi xwe re mijul dike, dê derbasî Îranê bibe. Îranê dê her tiştî bike da ku ev yek pêk neyê."

`DAN Û STANDIN JI BO PEYDAKIRINA BERJEWENDIYAN E`

Gelek pispor dibêjin, dan û standinên Viyanayê, dan û standinên der barê bernameya nukleerî ya Îranê de ye, lê navaroka rastîn a van nakokiyan ew e ku her du welat ji bo dabînkirina berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn dan û standinan dikin.

Nivîskar û pirsporê kar û barên navneteweyî yê Rûsyayê Kirill Semenov ji ajansa me re diyar kir ku erka DYA`yê ew e ku Îranê vegerîne lihevkirina nukleerî li beramberî bidawîkirina hebûna wê li derveyî sînorên Îranê ye, her wiha erka Îranê jî ew e ku cezayên li ser wê hatine ferzkirin bi dawî bike û hegemonya xwe ya li herêmê biparêze li hemberî wê dev ji çekê nukleerî berde.

Hesen Remo jî got, ku her du alî hewl didin berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêzin û wiha pê de çû: "Turmp ji vekişîna ji lihevkirina nukleerî sala 2018`an xwest dewletên Ereb ji Îranê bide tirsandin û wek dijminê tekane bide nîşandan. Ji ber wê gelek dewletên Erebî têkiliyên xwe bi Îsraîlê re baş kirin, bi milar dolaran çek û balafir ji Amerîkayê kirin."

Remo da zanîn ku berjewendiyên Îranê li Sûriyê, Lubnan, Yemen û Iraqê hene, nikare dev ji wan berde, ji ber ku dixwaze bibe hêzeke herêmî û mîna Îsraîl û Erebistana Siûdî hegemonya xwe ferz bike. Tirkiyê jî di vê dawiyê de vê hewldanê dike.

Remo di dawiya gotinên xwe de got: “Armancên her aliyekî hene, destpêkê dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin. Ya din Amerîka dixwaze çavdêriya tevgera Îranê bike û nehêle ku çekên nukleerî bi dest bixe. Ji ber ku heke bi dest bixe, dê bibe hêzeke herêmî ku hesab jê re tê kirin. Wek encam lihevkirina her du aliyan li ser gelek dosyayên bi nakok, dê pêkanîna lihevkirineke nukleerî ya nû û bi şertên nû hêsan bike ku her du alî kengî pê hesîn ev lihevkirin ne li gorî hêviyên wan in, dikarin bin pê bikin.”

(şx)

ANHA