Malbatên girtiyan: Ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê serî hildin

Malbatên girtiyên ku di girtîgehên dewleta Tirk de ne, bang li gelê Kurd kir ku ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullan Ocalan serî hildin.

Malbatên girtiyan: Ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê serî hildin
5 gulan, 2021   05:22
HELEB-ARIF SILÊMAN

Ji 27’ê Mijdara 2020’an ve, bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zextên li dijî girtiyan, gireva birçîbûnê ku girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de dest pê kiribûn, berdewam e.

Têkildarî mijarê, hin malbatên girtiyên siyasî yên li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê axivîn.

Dayika girtiyê siyasî Kamîran Bekir Reşîd, Fatime Diwêko got kurê wê ji 28 salan ve girtiye û di dirêjahiya van salan de desthilata Tirkiyê bi rêbazên bêserûber veguhastine gelek girtîgehan û niha jî di girtîgeha Bolu de ye.

Kamîran Bekir Reşîd ji gundê Hac Xelîl ê navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye û di 1993’yan de li Tirkiyê hate girtin û niha di girtîgeha bajarê Bolu ya di navbera Stenbol û Enqereyê de ye û beşdarî gireva birçîbûnê bûye.

Fatime Diwêko wiha domand: "Kurê min ji zêdetirî 150’î rojî ve di girtîgehê de tevî hevrêyên xwe ketiye gireva birçîbûnê. Ew girev di encama sûcên desthilatên Tirkiyê li dijî wan û ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan de hate destpêkirin."

‛EM JI BO AZADIYA RÊBERÊ XWE, DOZA Û NASNAMEYA XWE TÊ DIKOŞIN’

Fatime Diwêko diyar kir ku berxwedana gireva birçîbûnê li hember sûcên dewleta Tirk lawaz nebû û wiha pê de çû: "Ew girtî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li ber xwe didin. Em gelê Kurd dê ji bo azadiya rêberê xwe, doza xwe, zimanê xwe û nasnameya xwe tê bikoşin."

Fatime Diwêko destnîşan ku dewleta Tirk bi armanca ferzkirina serweriya xwe li ser gelê Kurd, têkbirina vîna wan û lawazkirina wan tecrîdê girantir dike û wiha li gotina xwe zêde kir: "Lê belê gelê Kurd ji kesekî re nabe kole û dê bi fikir û felsefeya rêber Ocalan li hember vê zihniyeta faşîst li ber xwe bide."

Fatime Diwêko bang li gelê Kurd kir ku ji bo piştevaniya berxwedana girtîgehan û gurkirina çalakiyan serî hildin. Ji ber ku bi berxwedana wan dê tecrîda rabe û rêber Ocalan bi fîzîkî azad bibe.

‛BERXWEDANEKE DÎROKÎ YE’

Xweşika girtiyê bi navê Mihemed Reşîd Reşo, Aytan Reşo di destpêka axaftina xwe tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û sûcên desthilatên Tirkiyê li dijî girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê şermezar kirin.

Mihemed Reşîd Reşo ji kantona Efrînê ya dagirkirî ye û di 2017’an de ji aliyê desthilatên Tirk ve hate girtin û bi tawana çalakvanê siyasî ye cezayê 36 salan lê birî.

Aytan Reşo destnîşan kir ku berxwedana girtiyên siyasî yên beşdarî gireva birçîbûnê bûne, ji gelê Kurd re teqez dike ku berxwedana wan ji siyaseta dewleta Tirk bi hêztir e û wiha got: "Ev berxwedan, berxwedaneke dîrokî ye."

Aytan Reşo bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hember sûcên desthilatên Tirkiyê yên li dijî girtiyên siyasî rexne kir û wiha domand: "Sûcên dewleta Tirk, binpêkirina qanûnên navneteweyî ne û divê rola xwe ya mirovî û exlaqî bilîzin ku girtî serbest werin berdan."

Aytan Reşo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Armanca dewleta Tirk ji girankirina tecrîda li dijî rêber Ocalan, derbekirina projeya neteweya demokratîk e. Ji ber ev proje nakeve xizmeta dewleta Tir, lê belê dikeve xizmeta tevahî gelên Rojhilata Navîn."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/__FPePgk2ac" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>