Almanya rêxistina ‘Ansaar Înternatîonal’ qedexe kir

Îro Wezareta Karên Hundirîn a Almanya rêxistina ‘Ansaar Înternatîonal’ û komeleyên wê ku komên girêdayî ‘rêxistina Îxwan Muslimîn’ finanse dike, qedexe kir.

Almanya rêxistina ‘Ansaar Înternatîonal’ qedexe kir
5 gulan, 2021   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Navxweyî Horst Seehofer diyar kir ku komeleyên Ansaar Înternatîonal e.V. û şaxên wê hatine qedexekirin û got “Ev tor li temamî dinyayê terorîzmê fînanse dike. Heke mirov dixwaze li dijî terorîzmê têbikoşe divê mirov çavkaniya wan a pereyan zuha bike.”

Bi vê qedexekirinê re polîsan li deh herêman girtin ser mal û garajan û gelek materyal desteser kirin.

Ansaar di sala 2012’an de li Dusseldorfê hatibû avakirin û di çend salên dawîn de di hedefa saziyên rayedar de bû. Bi îdiaya ku ew alîkariyê didin welatên Sûriye, Yemen, Xeta Xezayê, Efganistan û Somalê bexşan kom dike.

Lê li gorî nûçeyeke medyaya SWR a ku agahiyên xwe spartiye belgeyeke Wezareta Karê Navxweyî vê komeleya nêzî tevgerên selefî li lokalên xwe yên Elmanyayê ‘selefîtiya tund’ teşwîq dike û li ser zarokan ‘xebatên guherandina dîn’ tê kirin.

Tê diyarkirin bexşên ku ev komele kom dike bi rêya rêxistinên wekî El Nusra, Hamas û El Şebabê xizmeta fînansekirina terorîzmê tê kirin.

Ev komele li Tirkiyeyê jî dixebite û di bankên Tirkan de jî hesabê wan heye. Li gorî agahiyên li ser malpera komeleyê li Reyhanliya Hatayê jî şaxa vê komeleyê heye.

(cx)