Şandeyeke siûdî bi Esed û Memlûk re civiya

Rojnameya Raî Alyoum a erebî diyar kir ku şandeyeke siûdî ya payebilind serdana paytexta Sûriyê Şamê kir û bi rayedarên hikumeta Şamê re civiya.

Şandeyeke siûdî bi Esed û Memlûk re civiya
3 gulan, 2021   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Raî Alyoum ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk ji li Şamê eşkere kir  ku şandeyeke siûdî bi serkêşiya serokê saziya îstixbaratê Ferîq Xalid El-Himêdan îro serdana paytexta Sûriyê kir û bi serokê hikumeta Şamê Beşar Esed û cîgirê serokê Kar û Barên Ewlehiyê re Elî Memlûk re civiya.

Li gorî rojnameyê peyman, li ser bingeha ku şande demeke dirêj li vir bimîne û piştî cejna Remezanê vegerin pêk hat.

Çavkaniyan ragihand ku li ser vegera vekirina balyozxaneya Siûdiyê ya li Şamê lihevkirin çêbû, ev jî wekî gaveke destpêkê ya zindîkirina têkiliyên di navbera her du welatan de ye.

(eh)