Li Idlibê teqîn

Li Idlibê di hundirê depoyeke çêkirina topan û mayinan a komên çeteyên dewleta Tirk de teqîneke tund pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê gelek kuştî û birîndar hene.

Li Idlibê teqîn
3 gulan, 2021   12:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî kampa Firûsiyê ya li herêma El-Fûaa ya bakurê rojhilatê Idlibê di depoyeke çêkirina top û mayinan a girêdayî komeke çeteyan de, teqîneke tund pêk hat.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di bûyerê de 2 çete û welatiyeke li cihê bûyerê, hatine kuştin, her wiha 6 şêniyên kampê ku di nav de jin û zarok jî hene, birîndar bûne.

Li gorî SOHR`ê, dibe ku teqîn ji ber êrişa hewayî ya li dijî werşeyan pêk hatibe.

(cx)