Meclisa Kampa Berxwedan sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Meclisa Kampa Berxwedan sûcên dagirkeriya Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Efrîn û Serêkaniyê şermezar kirin û destnîşan kir ku divê li hemberî planên dewleta Tirk têkoşîn xurttir bibe.

Meclisa Kampa Berxwedan sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
3 gulan, 2021   12:53
ŞEHBA

Bi dehan şênî û endamên sazî, komîn û Meclisa Kampa Berxwedan li qada kampê kom bûn û têkildarî sûcên domdar ên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd daxuyaniyek da.

Beşdaran pankertên “Bi ruhê berxwedana Garê em ê bi ser bikevin” , “Bijî berxwedana lehengên me li çiyayên azad” û “Serkeftina li Zap û Avaşînê misogeriya rizgarkirina Efrînê ye” hildan.

Endamê Meclisa Kampa Berxwedan Xelûsî Biso û endama Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Kurdistan Şêxo, daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî têkçûna dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan li Garê û Heftanînê, ji bejahî û hewa ve êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê kir û dewleta Tirk dixwaze armancên xwe yên dagirkirina herêmê bibe serî.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Operasyonên leşkerî li dijî Eyn Îsa, Zap û Serêkaniyê  û binpêkirina mafên mirovan li Efrîn û Serêkaniyê, siyaseta hov a dewleta Tirk nîşan dide.”

Meclise di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk bi van operasyonan dixwaza plana guhertina demografiya herêmê û qirkirina gelê resen ê herêmê pêk bîne û teqez kir ku îradeya gelê Kurd ji hemû planan mezintir e.

Welatiyên li Kampa Berxwedan ev operasyon û plan bi tundî şermezar kirin û soza bilindkirina berxwedanê nû kir.

Daxuyanî bi sloganên silavkirina berxwedana Zap, Avaşîn û Garê bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6XTVcIrzTQE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>