Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê: Qutkirina ava Firatê hewldana qirkirinê ye

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku neberdana para Sûriyê ji ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, sûc û hewldana qirkirinê ya li dijî gelê Sûriyê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê: Qutkirina ava Firatê hewldana qirkirinê ye
3 gulan, 2021   12:46
 QAMIŞLO

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê têkildarî mijarê, îro li pêşiya avahiya xwe ya li Qamişloyê daxuyaniyek da. Endama Rêveber a rêxistinê Evîn Cûma daxuyanî xwend.

Rêxistinê destnîşan kir ku dewleta Tirk avê wekî çek li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne û bal kişand ser rûdana karesateke mirovî. Her wiha teqez kir ku kiryarên dewleta Tirk binpêkirina peymana NY`yê ya têkildarî bikaranîna çavkaniyên avê yên navneteweyî ya hejmara ‘51/229’an a di dîroka 29`ê Tîrmeha 1997`an e.

Rêxistinê di destpêka daxuyaniyê de got: "Nîşaneyên karesateke mirovî ya mezin xuya dikin ku dê zirarên wê bi hêsanî neyên derbaskirin. Dewleta Tirk careke din avê wekî çek bi kar tîne û li ser gelê Sûriyê qut dike. Ew ava çemê Firatê digire û berê wê dide bendavên xwe û welatiyên Sûriyê ji para wan ji avê mehrûm dike. Ev yek di van demên kirêtîk de bi hatina Havînê û bilindbûna pileyên germahiyê re pêk tê, ku pêwîstiya şêniyan bi ava vexwarinê û avdana berheman zêdetir dibe.

Çemê Firatê çavkaniya herî girîng a şêniyên bakurê Sûriyê ye. Bi kêmbûna barîna baranê re îsal, dê bi awayekî sereke ava çem bê bikaranîn. Lê qutkirina avê gava yekemîn a amadekirina qirkirina komî ye bi rêya ziwabûnê û dortengkirina li şêniyan û birçîkirina wan, li gel belavbûna vîrusa Koronayê.”

 ‘BI QUTKIRINA AVÊ GEL ŞANTAJ DIKE’

Rêxistinê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e ku av li ser şêniyan tê qutkirin û wiha berdewam kir: “Gulana 2014`an jî ji bo şantajkirina şêniyan û bidestxistina destkeftiyên siyasî av ji ser şênaiyan hate birîn.”

Her wiha rêxistinê bal li ser encamên bi tehluke yên qutkirina avê kişandin û got: “Ji ber daketina rêjeya avê li bendavan û kêmbûna depoyê avê, gilêş, bermahiyên pîşesaziyê û kanalizasyon derketin û gelek pompeyên avê ji xizmetê derketin. Ava mayî jî pêwîste were tesfiyekirin.

Ev kiryara dewleta Tirk li gorî Peymana Romayê sûcekî şer û qirkirina komî ya li dijî gelê Sûriyê ye. Her wiha binpêkirina peymanên navneteweyî yên dualî ye yên di navbera Sûriyê-Tirkiyê û Sûriye-Iraqê di salên 1996 û 1997`an de ya têkildarî para wan ji çemên Dîcle û Firatê. Her wiha ev yek binpêkirina peymana NY`yî ya têkildarî bikaranîna çavkaniyên avê yên navneteweyî ya hejmar 51/229’an e.”

Rêxistina Mafên Mirovan bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku avê wekî berê bide û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Em qutkirina avê ji ser gelê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar dikin. Em bang li NY, YE û Yekitiya Welatên Ereban dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin , zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku av li gorî rêgezên navneteweyî wekî berê vegere. Divê rê nedin dewleta Tirk ku avê wekî amûreke şer li dijî gelê Sûriyê û Iraqê bi kar bîne û pêdiviya şêniyan a bikaranîna avê di ber çav re derbas bike. em bang li hikumetên Sûriye û Iraqê jî dikin ku di aliyê navneterweyî de bikevin tevgerê û para xwe ji ava Firatê bixwazin, her wiha berê xwe bidin Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî û gefa qutkirina têkiliyên bazirganiyê bi Tirkiyê re bixwin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/imbC9uWjZio" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>