​​​​​​​‘Divê itîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin’

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif got herêmên Rêveberiya Xweser tevî hemû zehmetiyên ku rastî wan tên, di nava aramiyê de ne û destnîşan kir ku divê di aliyê navneteweyî de itîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin.

​​​​​​​‘Divê itîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin’
2 gulan, 2021   23:39
MINBIC

Projeya Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi awayekî berfireh hemû pêkhate ji Kurd, Ereb, Çerkes, Suryan, Ermen û Tirkmen pêşwaz kir û wek modeleke nû ya rêvebirinê ji xwe re hilbijart.

Ji bilî ku banga yekitiya xaka Sûriyê û parastina welêt dike, projeya Rêveberiya Xweser nimûneyeke demokratîk bi pêş xist ku li ser asta herêmê bûye pêşeng.

Vê yekê hişt ku pêkhateyên cuda û beşên civakê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser têne birêvebirin, bang li civaka navneteweyî bike ku destekê bide rêveberiyê û itîrafê pê bike.

Têkildarî mijarê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif wiha got: "Projeya Rêveberiya Xweser her tim hewl dide li çareseriya aştiyane ji aloziya Sûriyê re bigere û rijandina xwînê bisekinîne. Her wiha bang li aliyên Sûriyê dike ku diyalogê di navbera wan de çêbe. Ji ber wê em dixwazin ku bangên zêdetirî cidî ji aliyê civaka navneteweyî hebe da ku itîrafê bi projeya rêveberiyê bike."

Ehmed El-Yûsif wiha axaftina xwe domand: "Piştî 10 salan ji aloziya Sûriyê ku gelek aliyan herêmên cuda ji Sûriyê xistine bin serweriya xwe, wek herêmên rejîma Sûriyê û herêmên ku çeteyên destekê ji dewleta Tirk digirin. Ew herêm di nava êş û zehmetiyan de ne. Rewşa wan ne aram e, berovajî herêmên Rêveberiya Xweser ku tevî zehmetiyên ku rastî wan tên di nava aramiyê de ye. Ji ber wê divê itîraf bi rêveberiyê were kirin, ji ber xwestekên gelê Sûriyê pêk tîne û ew çareseriya tekane ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê ye."

El-Yûsif got projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser projeyek e ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê girtine nava xwe, projeyeke li ser esasê pirrengiyê ye, kevirê bingehîn e, hemû pêkhate li ser esasê pîvana biratiya gelan dijîn û hemû mafên xwe di nava rêveberiyê de bê cudahî, distînin.

El-Yûsif behsa rola destekdayîna civaka navneteweyî ji projeya Rêveberiya Xweser û itîrafa pê kir û ev nirxand kir: "Heke Rêveberiya Xweser desteka navneteweyî bigire û itîraf pê were kirin dê bandoreke wê erênî mezin li ser herêmên ku birêve dibe û projeya neteweya demokratîk, hebe."

Di dawiyê de Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif bang li rewşenbîr, siyasetmdar, çalakvan, civaka navneteweyî kir ku divê itîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin ku dê çareseriya aloziya Sûrî pêk bîne, xwestekên gelê Sûrî pêk bîne û edaleta civakî bi cih bîne da ku bi aramî û ewlehî bijîn.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z8vqH6aY90s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>