Li Nînowayê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Şaneya Şer a Iraqê ragihand ku li parêzgeha Nînowayê di êrişa hawayî ya hêzên koalîsyonê de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li Nînowayê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
2 gulan, 2021   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Şaneya Şer a Iraqê, li başûrê bajarê Hezir ê parêzgeha Nînowayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê êrişek hawayî pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku di êrişê de 3 çeteyên DAIŞ’ê yên di tonelekê de bûn hatin kuştin.