​​​​​​​'Çawa ku hêzên dagirker li Garê têk çûn, dê li Avaşîn û Metîna jî têk biçin'

Şêniyên Amûdê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna şermezar kirin û tekez kir ku hêzên gerîla dê dagirkerên Tirk têk bibin wekî ku çawa li Garê têk birin.

​​​​​​​'Çawa ku hêzên dagirker li Garê têk çûn, dê li Avaşîn û Metîna jî têk biçin'
3 gulan, 2021   00:38
QAMIŞLO – HÊLÎN EBDULLAH

Artêşa Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 23`yê Nîsana ve didomîne.

Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha bêdengiya hikumeta Iraqê û PDK`ê der barê êrişan de, şermezar kirin.

‘ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ KOMPLOYEKE NÛ YE‘

/kr/uploads/files/2021/05/02/181654_-.webp

Welatiya bi navê Meha Zoro wiha got: "Helwesta bêdengiyê ya PDK`ê der barê êrişan de tê wateya ku ew jî hevalbendên wan in."

Meha Zoro wiha domand: "Êriş komployeke nû ya dewleta Tirk û hevalbendên wê ye. Armanca wê ku têkiliyên di navbera parçeyên Kurdistanê de qut bike. Wekî ku çawa hêzên gerîla dagirker li Garê têk birin, dê dîsa wan têk bibin."

'EM Ê DESTEKÊ BIDIN GERÎLA'

/kr/uploads/files/2021/05/02/181719_-.webp

Welatiya bi navê Leyla Selman Mihemed êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên li dijî Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinînin û ev tişt anî ziman: "Bêdengiya wan tê wateya destekdayîna ji êrişan re.”

Leyla Selman Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker tu carî nikare îradeya me bi êrişan bişikîne. Em ê çalakiyên xwe dewam bikin û destekê bidin hêzên gerîla."

/kr/uploads/files/2021/05/02/181733_-.webp

Welatiyê bi navê Ela Hesen jî banga yekitiya kurdî kir da ku li hember êrişên artêşa Tirk bisekinin û wiha domand: "Heke gelê Kurd nebe yek dê dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî wan dewam bike."

Hesen destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk bi taybet li dijî herêma Avaşîn, armanca wan ew e ku îradeya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin.

(bx)

ANHA