Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê mayînek bê bandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê mayîneke ku li ser rêya giştî ya Mişêrfê hatibû bi cihkirin bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê mayînek bê bandor kir
2 gulan, 2021   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên şêniyan ku mayînek li ser rêya giştî ya Mişêrfê hatiye çandin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tîma Endizyariyê ya Bêbandorkirina Mayînan yekser rê dorpêç kir û welatî dûr xist.

Endizyariyê ya Bêbandorkirina Mayînan mayîn bê bandor kir û tu ziyan çênebûn.

(eh)